Cîhan

Îranê Xelata Nobelê şermezar kir

Hikûmeta Îranê dayîna Xelata Aştî ya Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî şermezar kir û ev yek wek “tevgerek siyasî” nirxand.

Hikûmeta Îranê bi daxuyanîyekê dayîna Xelata Nobelê ya sala 2023an a ji bo çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî şermezar kir. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, dayîna Xelata Aştîyê wek “tevgerek siyasî” bi nav kir. Kenanî got: “Çalakîya Komîteya Nobelê ya aştîyê tevgerek siyasî ye, li gor siyaseta desttêwerdana hin hikûmetên Ewropayê ye û li dijî Îranê ye”.

Kenanî herweha got: “Komîteya Aştîyê ya Nobelê xelat da jineke ku gelek caran ji ber binpêkirina qanûnê û kiryarên sûcdar hatiye cezakirin”. Komîteya Nobelê ya Norwêcê ragihand ku Nêrgîs Muhammedî hêjayî Xelata Nobelê ya Aştîyê ye, lê bal kişand ser “têkoşîna Muhammedî ya li dijî zext û cudakarîya sîstematîk a li dijî jinên Îranê”.

“Xelata gelê Îranê ye”

Malbata Mihemedî, piştî ragihandina xelatê, di nivîsek xwe ya li ser Instagramê de, ev xelat wek “demek dîrokî û girîng a têkoşîna azadîya Îranê” bi nav kir.

Kurê Mihemedî ku li welatê Fransa li sirgûnê dijî, herwiha diyar kir ku ew gelek şanaz û kêfxweş e ku dayika wî hêjayî vê xelatê hatiye dîtin û got ku ev xelat ji bo gelê Îranê ye. Kurê Muhammedî yê 17 salî destnîşan kir ku 8 sal in diya xwe nedîtiye.

Back to top button