Parlamenterên HUDA-PARê di derbarê tayînkirina mamosteyên kurdî de bi Wezîr Tekîn re hevdîtin kirin.
Parlamenterên HUDA-PARê Serkan Ramanli û Şehzade Tekin bi rojeva “tayînkirina mamosteyên kurdî” bi Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Yusuf Tekîn re hatin cem hev.
Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê daxûyaniyek ragihand û dibêje: ” Me bi birêz Wezîr Tekîn re hevdîtin kir. Di nav çend mijarên din de me mijara ‘zêdekirina mamosteyên kurdî’ jî anî rojevê.
Tekîn di bersiva xwe de ev tişt got :
-Em destpêkerên projeya hînkirina Kurmancî û Zazakî ne. Em ê vê biparêzin û piştgirî bikin.
-Hejmara mamosteyên Kurmancî û Zazakî yên ku bên tayînkirin hêj ne diyar e. “Biryar dê di çarçoveya budçeya ku di budçeya 2024an da ji wezareta me re hatiye veqetandin de bê dayîn.”
Ramanli destnîşan kir ku wek nûnerên HUDA-PARê ji bo ku encam bi dest bixin dê tayînkirina mamosteyan bişopînin.
350 mamosteyên kurdî yên ku bernameya lîsansa kurdî qedandine li benda tayînkirinê ne.


