
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞêdi derbarê êrîşên Tirkiye yên li ser Suriye û rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.
Têzanîn ku dronên Tirkiye gelek cih bombebaran kirin. Di vê operasyonê de dronek a Tirkiye ji aliyê balefiek Amerikî yê F-!& ve hatê êxistin.
Hevpeymaniya Navdewletî daxûyaniya xwe li ser hesabê X yê medya civakî ragihand.
Di daxûyaniyê de dibêje: ” Ji doh ve, gelek êrişên esmanî li ser deverên nêzîkî hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê hatine kirin. Em li dijî wan kiryaran in ku ewlehî û aramiya herêmê têk bide, ewlehiya hêz, sivîl û hevkarên me bixe metirsiyê û ji armanca me ya têkbirina DAIŞê dûr bixe. Dema ku em rastî gefên ku hêzên me dixe metirsiyê, em her tim mafê xwe yê parastinê diparêzin.”


