Erebên tevlî DAÎŞê bûne nizanin kûve birevin
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li sînorê nahiyeya Zûmarê ragihand ku, çekdarên DAIŞê li sînorê Zûmarê ji tirsa Hêzên Pêşmerge navenda Keskê ya leşkerî teqandine.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li sînorê nahiyeya Zûmarê Ehmed Sûrçî ji KDP.info re ragihand: “Vê êvarê terorîstên DAIŞê li sînorê nahiyeya Zûmarê dest kirin bi teqandina avahiyên nav navenda Keskê ya leşkerî, ji ber ku ji Hêzên Pêşmerge ditirsin ku êriş bikin ser wan û wê navendê ji wan bistînin û qezencê jê bike.”
Zûmarê Ehmed Sûrçî wiha domand: “Ji êvarê ve çendîn avahiyên wê navendê têk birine, ku tenê cihên xwe hiştine û neteqandine.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Ew erebên ku tevlî DAIŞê bûne çekê xwe davêjin û direvin.”
Hêjayî gotinê ye, nahiyeya Zûmarê di êrişekê de ji terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin û bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge û niha moralê çekdarên DAIŞê li wê deverê bi temamî têkçûye û dibe ku di demeke nêzîk de ew dever bi temamî di êrişeke berfireh de ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bê kontrolkirin.