Civak

Dîroka kevnare di bin avê de dimîne

Piştî avakirina sikra Xêste (ilisu baraji)gelek dever diminin di bin avê de. Wek tê zanin ji bo Heskif û dîroka kevnare nemînê bin avê de gelek çalaki hatin kirin. Lê sikir ava dibe demek nêzik piraniya derdora Botanê dimine di bin avê de. Ji bo derxistina diroka kevnarê li herêmê eve 13 salin kolandin têne kirin.

Devera ava botan û ava Başûr  gelek tiştên kevin hatine dîtin. Ev dîroka 3 hezar sal ji berî zayinê ye. Tiştên derketin rûyê erdê didin nîşandan ku bajarê Sêrtê ji berî 5 hezar salan cihêk girîng yê bazirganiyê bû. Herweha lêkoliner dibêjin wê demê halxweşiya bajarê Sêrtê ji niha baştir bû.

Devera ava Dicle û ava Botan digihê hev kelhek mezin hate dîtin. Li gora lêkolinên hatine kirin gelek tişt hatine dîtin ku dîroka kevnare  ronî dike.

Li gora daxuyaniyên berpirsên arkelojik, dem gelek kine û ew lêkolinên xwe nikarin xilas bikin. Mixabin ew dîroka kevnare dê biomîne bin avê de.

Back to top button