Polîtîk

Tişta ku salên 90î de dewleta kûr dikira niha PKK dike

Huseyin Çelik damezerê Ak-Paertiyê, wezîrê perwerdê yê berê û cigirê serokê AK-Partiyê yê kevin.

Piştî Receb Erdogan bû serokkomar Huseyin Çelik jî wek endamek partiyê ma.

Di derbarê rewşa Çelikte gelek gotin hatin kirin, heta nûçeyên ku dê Çelik ji Ak-Partiyê veqete derketin.

Kanala televizyona 24ê de Huseyin Çelik di derbarê pêvajoyê de û herweha di derbarê gelek tiştên ku rojana têne gotubêj kirin dîtinên xwe gotin.

Di derbarê “Pêvajoya Çareseriyê“ de Çelik got. Di qonaxa pêvajoyê de, ji ber hinek bûyeran metirsiyên me çêbûn. Eger PKK rêya bigre û kontrolê bike, êrîşê karkerên rêya çêdikin bike, zarokên rake çiya, li gora xwe hinek dadgehan deynê û xelkê tehdît bike ev yek bala her parlementerê AK-Partiyê dikişîne.

Tişta ku salên 90î de dewleta kûr dikira niha PKK dike.

Madeya yekem ya pêvajoyê ew bu ku dê çek neyên karanin û çekdarên PKKê ji sinorê Tirkiye derkevin. Lê PKKê ev nekir. Pêwiste mihaseba vê bête kirin.

Huseyin Çelik berdewambûna axavtina xwe de got: Qonaxa pêvajoyê de bûyerên 6.7ê meha 10ê çêbûn. Başe qonaxa pêvajoyê heye lê, li Bingolê Polis têne kuştin, li Geverê 3 leşker hatin kuştin, li Diyarbekir efserek hate şehidkirin.. Piştre Demirtaş radibe dibêje : Me nedixwest ev bûyer çêbibin, em li dijê şidetêne.

Hinge kesek baweriyê li we nayne.  Îdia kirin ku hukumet dixwaze li Kobanê kurd bimirin. Ev ne tiştên cidîne. kesek îtibarê li we nake. 

Min dema ev bûyer û tundî dît wek kurdekî ji xwe fedî kir.

Back to top button