Erdogan serê xwe xwariye
Li Tirkiye Tayib Erdogan ji dev hemû karê xwe berdeya tenê behsa Kurdistana Başûr dike û li himber kesayeta Barzanî ziman dirêjiyê dike. Herweha hinek axavtinên xwe de dide xûyakirin ku çikas kesek cahil û nêzane. Ji dîrokê iştekî tê nagihe.Di gotarek xwe de behsa Kerkûkê dike û dibêje: Desthilata Bakurê Iraqê li gora xwe xeriteyek çêkiriye. Li wan deveran Turkmen û ereb ji kurda behtirin.Di huquqa nevdewleti de nave van herêma “herêmên ku li ser minaqeşe heyîn“ e . Kerkûk jî di nava vê herêmê de ye. Lê ev çi dibêjin? Dibêjin kerkûk a meye.Tu çi dibêjî hun di dîroka Kerkûkê de tûnene.Mimkine Erdogan ji dîrokê tiştekî nizanibe lê derdora wî miheqek çend kes dîroka Kerkûkê dizane.Divê mirov beje Erdogan: Kerkûk Kurdistana lê ereb , tirkmen û mesihi jê li Kerkûkê dijîn. Kerkûk Kurdistane lê bajarê hevrejiyanê ye. Kurda gelek qurbaniyên mezin ji bo Kerkûka dilê Kurdistanê dane.Serokê Kurdistanê herî dawî di derbarê Kerkûkê de dibêje. Çewe ku mirovek bê dil nabe, Kurdistanek jî bê Kerkûk nabe. Kerkûk bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û asayişa Kurdistanê de ye. Alayên Kurdistanê li Kerkûkê bilindin. Meclisa bajarê kerkûkê piraniyek mezin kurdin, ereb û turkan jî hene .Werin li qederê binêrin, Erdogan hêviya xwe ji bo Kerkûkê Heşda Şeibî û hinek Tirkmenên şîe ku nav Heşda Şeibî de ne girêdaye. Erdogan zilamê rêxistina Birayên Misilmane, lê hêviya wî ji bo ketina Kurdistanê bûye Şîeyên Iraqê. Erdogan tenê xwe dixapîne. Gelo ev helwesta Erdogan dê çend dengên Aleviyên Tirkiye û Bakur bi destbêxe. Alevî denga nadin kesek di nava rêxistina Birayên Misilman de. Vêcarê negirt.Erdogan di kesayeta serokê Kurdistanê de heqaretê li kurdên Bakur dike. Lê bila bizanibê ku dê kurd dawiya desthilata wî bînin.Niha dibêje emê bi hevkariya artêşa Iraqê deriyê Xabûrê bigrin û teslimê hukumeta Bexdayê bikin. Evî camêrî akilê xwe xwariye. Kerem bike ka tu dikarî çi bikî. Kurd dibêjin hey tu nekî tu ne ji babê xwe yî.Bisekinê dê Barzani teve bide…Nûçe analizek/Rojevakurd