Li 27.09.2017 da Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya li nameyek ji bo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de, spasî Serok Barzanî dike ji bo mîhvandarî û wê guftûgoya eşkere ku di dema serdana xwe ya Kurdistanê de li navbera wî û Serok Barzanî de derbarê babeta referandûmê de hatibû encamdan.Li beşekî dinê nameyê da Wezîrê Berevaniya Brîtanya pesnê gelê Kurdistanê kiriye ku li bereya pêş ya şerê terorê de bûne û hezaran şehîd û qurbaniyan li vê şerê de dane û destxweşî jî kir ku ji bilî hebûna şer û kêşeya mezina hevsengiyê li hukimraniya Kurdistanê berçav girtine.Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya li beşekî dinê nameya xwe de ji bo Serok Barzanî nivîsiye: “Niha ku referandûm hatiye encamdan daxwazê ji we dikim ku dest bi guftûgoyekî bingehîn bikin li gel Bexda û cîranan heta kû ji bo hemû aliyek û bi awayeke rêk û pêk û hêminane bigihin çareseriyeke guncaw”.Wezîrê Berevaniya Brîtanya li dawiya nameya xwe de teşwîq û hana Serok Barzanî dide ku berdewam bin li şerê Da’îş bi cûreyek ku rê nedin dûberekî bikevê di navbera Kurdistan û Iraqiyan li şerê dijî terorê û navçeyên azadkiriyan bi hêminî û aramî bimînin.
Pêş
03/06/2026
Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim rewşa siyasî gotûbêj dikin
03/06/2026
Elî Zeydî bo şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê: Ji sibê ve dest bi kar bikin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


