Nivîsar

Em kurd bin navê welatê me KURDISTAN e

Li Tirkiye di derbarê Kurdistanê û pirsgirêka Kurdan de di nava xeyalekî de dijî. Dema keyfa siyasetmedarên Tirk werê Kurdistan heye û dibêjin ev gotinek erdnigariye û di dema Osmaniya de wek navê herêmekî hatiye bi karanîn. Lê dema keyfa wan newê Kurdistan qedexeye, Tawane û kurd ji bo vê gotina ku navê welatê wane têne tawanbarkirin dû dikevin di zindana de.

Di rastiya xwe de tu cara di dîroka Cumhuriyeta Tirkiye de bi tu awayek erênî tu desthilat nêzikî pirsa Kurd nebûne. Cumhuriyeta ku ji berî 98 sala hatî damezirandin, li ser inkar û imhakirina miletê Kurd hatiye avakirin. Tu belgeyek tuneye ku berevajiya vê yekê bide xûyakirin. Lê di hinek deman de siyasetmedarên Tirk ji bo berjewendiya xwe ,ji bo çend dengên zêde wergirin behsa Kurdan û navê Kurdistanê kirine.Lê di demek kin de tifa xwe alistîne.

Mixabin tevgera PKKê jî ji bo vê ditina aliyên Tirk bûye arikar. Ew jî dema hesabê wan be Kurdistan heye, dema ne li hesabê wan be ,xwe wek partiyeka Tirkiye didin nasandin û teoriya Cumhuriyeta Demokratik ku naveroka wê pûç û beredayiye tînin rojevê.

Gerek Kurd bi dengek bilin bêjin : Em miletekin, welatê ku em li ser dijîn heye, navê welatê me KURDISTAN e. Eger ev yek nebê bingehek di siyaseta aliyên Kurdistani re çi tişta bikin valeye û dikeve di bin xizmeta inkarkirina welatê wan de.

Çikas Tirk û aliyên Tirk Kurdistanê inkar bikin divê Kurd ewqas navê Kurdistanê bînin rojeve û doza mafên xwe yên netewî bikin û dagirkirina welatê xwe bi dengek bilind bêjin cîhanê.

Di vê derbarê de mirov dikare gelek tişta bêje, bi hemû awayî ispat bike ku KURDISTAN heye. Lê nijadperestiya Tirkan tiştekî nabîne, çavên wan li himber dîrokê û rastiya heyî kur e. Dema aliyek ji Tirkan behsa pirsa Kurd û hinek mafên wan bikin, nabe kurd di cih de nerm bibin û wesfê gotina wan bidin. Divê bi awayek radikal navê Kurdistanê û alaya Kurdistanê di her platformê de bê parastin û nebe bazariya tu siyasetekî.

Ew tevgera ne di bin ala Kurdistanê de siyasetê bike , ne tevgerek Kurd û Kurdistaniye. Prensibên netewî ne cihê bazarek siyasiye.

Gerek Kurd, Kurdistan,Ala Kurdistanê bikin bingehê siyaseta netewî.

30.10.2021

Nêrîn/Şirove

Back to top button