Wezareta Tendirustiya Kurdistanê di derbarê rewşa Covid 19 de daxûyaniyek ragihand. Wezaret di daxuyaniya xwe de dibêje ku; di 24 demjimêrên borî de 849 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 321 kes li Hewlêrê, 133 kes li Silêmaniyê, 290 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 53 kes li Raperînê ne.
Herwihawezereta tenduristiyê radihinê ku, di nav 24 demjimêran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, kes li Helebceyê û 4 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1358 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 431 kes li Hewlêrê, 364 kes li Silêmaniyê, 364 kes li Duhokê, 26 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 63 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 360595
Mirin: 6395
Başbûn: 341271
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.