
Baroya Diyarbekirê li himber girtina Taşkesen daxûyaniyek ragihand. Li navçeya Misircê ya Sêrtê, dema seroka IYI Partiyê Akşener serdana dûkanekê kirî, dikandarê bi navê Cemil Taşkesen ji Meral Akşener re gotîbû, “Em Kurd in zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”
Li ser vê yeke dozer di derbarê Cemil de biryara girtinê dabû ew ji aliye polisan ve hate binçav kirin.Prosesa dadgeha Taşkesen berdewam e.
Baroya Diyarbekirê di daxûyaniya xwe dibêje: Dozerê bajarê Sêrtê di derbarê Cemil Taşkesen de ji bo gotina Kurdistanê doz vekiriye.Em qebûl nakin ku, di çerçoveya nasnama Kurdî û ziman û erdnigariya Kurd de gotina Kurdistan wek tawan bê qebûl kirin û di vê derbarê de doz bê vekirin. Di erdnigariya Kurdan de gotina Kurdistan pêwistiya nasnameya Kurd e.Tu meşrutiyeta ku, li dikan û mala Taşkesen polisan lêgerin kirî tüneye. Eme vê dozê heta dawiyê bişopînin.