Nivîsar

Eger ciwan pirtuka binivîsînin

Ciwanên Hêja!

Diyar e ku nivîsandin û amadekirina pirtûkan, piştre çêkirina mîzanpajê û çapkirina wan, ne karekî hêsan e. Ji ber ku her babetek ji van, bi serê xwe bargiraniyeke mezin e.

Diyar e ku nivîskarên Kurd bê xwedî ne, lê vîna wan pir xurt e.

Lê belê nivîskarên van dewletên pêşketî, her yek xwedanê du-sê serkreteran e û pirtûkên wan jî bi desteka dewleta wan tên birêvebirin. 

Ez bi xwe jî di wan zehmetî û wan bêderfetiyên giran de jiyame. Lê bekê hêz û hunera Medreseya Kurdî, wehşet û hovîtiya îşkencekarên Kemalîzmê, herweha derfetên serbestî û azadiya demokratiya Swêdê, nehiştin ku ez xwe ji pêdiviyeke çandî û teknîka wê averê bikim.

Ji ber hindê, ji hawayê nivîsandin û lêkolînan zêdetir, di warê mîzanpaj û pergala rûpelan û çapa pirtûkan de, eger gotin rewa be dikarim bêjim ku ez pispor im.

Min soz daye gelek zanayên ku ders dane min, herweha min sozekî bisondwarî daye Yezdanê dilovan jî ku çi kesê di van waran de pidiviya xwe min min çêbibe, ez ê bê sûdeke madî û me´newî jê re bibim alîkar, lê sê merc hene:

1) Pirtûka ku we nivîsîbe, divê bi tîpên latênî û bi zimanê kurdî be, li deverê jî nehatibe çapkirin.

2)Divê naveroka pirtûkê çandî be weke roman, çîrokên we bixwe (novel), berhemên folklorî û wekî din…

3)Divê nivîsa we bi computerê hatibe nivîsandin.

4)Divê temenê we ji 30 salî nebihurîbe.

Îro dem 03/ 01/ 2015, katjimêr: 20.00 e. Îcar hûn ciwanên Kurd, kî ji we dibe bila bibe, eger we pirtûk bi kurdî nivîsandibe, bi mercê ku hûn lêçûya çapê bidin, têkelî bi min re deynin.

Fermo, ez li benda we me…

Bi hêviya nivîsandina bi Zimanê Kurdî, her serkeftî bin…

Stockholm 03/ 01/ 2015

Zeynelabidîn Zinar

[email protected]

Back to top button