Navçe aram bûye
Rêveberê Nahiyeya Zûmarê Muzahim Sedûn ragihnad ku, niha %60ê welatiyên Zûmarê vegeriyane nav Zûmarê û dukanên sentera bajêr hatine vekirin. Herwiha aramî belav bûye û Hêzên Pêşmerge jî bi moralekî bilind Zûmar û navçeyên din diparêz in.
Muzahim Sedûn Rêveberê Nahiyeya Zûmarê ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku Zûmar hat azadkirin û terorîst ji wir reviyan, niha %60ê welatiyan vegeriyane malên xwe û rojane jî xelik vedgerin.”
Sedûn wiha got: “Tîma endazyarên Pêşmerge bo helgirtina mayînan berdewam dike û li wê deverê gellek mayîn gelgirtine ku terorîstên DAIŞê li navçeyê danîne.”
Rêveberê Nahiyeya Zûmarê wiha domand: “Em spasiya alîkariya Parêzgarê Dihokê ku bi temamî alîkariya me kirine di hemû waran de bi taybetî ji aliyê sutemenî û pêdiviyan û peydakirina kelupelan bo wan malbatên ku vegeriyane Zûmarê.”
Derbarê rewşa Zûmarê jî Muzahim ragihand: “Rewşa Zûmar aram e û welatiyên wê dukanên xwe vekirine û Pêşmerge jî moralê wan bilind e û parastina Zûmar û tevahiya wê deverê dikin.”
Nahiyeya Zûmarê xelkê wê nêzîkî 50 hezar kesî ye û dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Mûsilê bi dûriya 60 km û roja 26ê meha 10 Hêzên Pêşmerge hat rizgarkirin.