
Piştî ku civîna Parlementoya Kurdistanê pêkhat û desteya serokatiya parlementoyê hate hilbijartin, YNKê daxûyaniyek belav kir. YNK di daxûyaniya xwe de dide xûyakirin ku, gerek parlemento neciviya.YNK dibêje em dixwazin beşdariyê di hukumetek bi hêz de bikin, lê PDKê ne li gel YNKê û ne jî li gel grubên biçûk rêkeftin nekiriye.
YNK dibêje: Dê civîna parlementoyê ya hatî çêkirin bandorek ne erênî li prosesa siyasî ya Kurdistanê dike.
Tê zanin ku eve 4 meh li ser hilbijartinên Kurdistanê re derbasbûne, lê heta niha ji bo problemên navxe yê YNKê civîna parlementoyê nedihat kirin û desteya rêveber nahata hilbijartin. Ji bo vê jî hukumet nahata avakirin. YNKê prosesa siyasî li Kurdistanê xetimandibû . Ji bo nakokiyên navxwe asteng ji pêşketina siyasî li Kurdistanê re çêdikiran.
Tê zanin ku piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hatin encamdan PDK bi dehan civîn li gel YNKê kirin û herweha li gel aliyên din jî ji bo damezirandina hukumetek bi hêz hevdêtin pêkdianina. Lê heta vê gavê YNKê nekarî nakokiyên di nava xwe de çareser bike û li gel PDKê tev bigerê.
PDKê niha li gel Goran ji bo 4 salên pêşiya me peymanek imze kiriye û li hevhatine. Hewldan hene ku aliên din jî di nava hukumeta nû de cih bigirin. YNK di nava rastiya xwe de xeletiyên mezin dike û dinav van xeletiyan de li rastiyekî dikere.
Niha jî ji bo prosesa siyasî ji derê wan rêve diçe gazinda dike.
Du rê li pêşiya YNKê mane. Yan dê tevlî prosesa siyasêî ya Kurdistanê bibin. Yan jî dê bimînin derveyê vê yekê û wek aliyek yê opozisyonê kar bikin.
Lê tê zanin ku ew taqeta YNKê tuneye ku bibe opozisyon.
Nûçe/Analiz
R.K.