
Piştî wê şikesta ku Berhem Salih ji bo YNKê çêkiriye û ji ber YNKê nekarî di pêkanîna hikûmet û desteya serokatiya parlamentoyê de siyaseta danûstandinê de serkeftî be naha Berhem Salih hewl dide wê şikestê veşêre.
Li gor zanyariyên BasNewsê Berhem Salih dema borî de rêveberên YNKê daye bawer kirin ku eger wek babeta serokkomariya Iraqê rijd bin, wê demê dê bigehin armanca xwe û armanca herî serekî jî danûstan kirina herêma Kurdistanê û PDKê ye li gel Berhem Salih. Lê di encama rûniştina 18.02.2019ê ya li parlamentoya Kurdistanê de aşkera bû ku plana Berhem Salih bi temamî şikest û êdî PDK amade nebû biçe bin fişarên YNKê yên ku çavkaniya xwe ji Berhem Salih verdigirt.
Li hember ve yeke, hejmarek ji rêveberên YNKê ji vê şikesta partiya xwe nîgeran bûn û li gor wan pêwîste siyasekî baştir birêve bibin, ku PDK jî paye û erkan zelal bike û her wê nîgeraniyê wisa kir ku endamê polîtburoya YNKê û fermandarê yekîneyên 70 yên Pêşmergeyên YNKê Şêx Cehfer Mistefa duh êvari ji BasNewsê re bi acizî ragehand, ez naha mijûlê konkan ango lîstoka okey im.
Li hember vê yekê û ji bo dûrxistina balê li ser wê şikesta plana Berhem Salih, navborî hewldide rewşê bi awayekê veşêre û webalê wê jî têxe stûyê PDKê. Nivîskarê ser bi Berhem Salih û berpirsê malpera Xendan Silêman Ebdula Yunis di gotarekî xwe ya di malpera xwe de belav kir de dibêje, YNK ya naha ya xwedî 21 kursî ku kêmtirî nîvê kursiyên PDKê ye, cuda ye ji YNK ya berê xwe wek şirîkê PDKê didît, ji ber wê PDKê civîna parlamentoyê pêkanî.
Herçend YNKê daxwaz kiribû ku rûniştina demjimêr 11:00ê ya duh 24 demjimêran bê paşxistin jî, lê fraksiyonan ew yek qebûl nekirin û tenê ji bo 4 demjimêran paşxist. Li gel vê jî fraksiyona Yekgirtû ji ber wê paşxistinê nerazîbûn nîşan da û serokê fraksiyonê Şêrko Cewdet ragehand YNKê ew yek daxwaz kiriye û ji ber berjewendiyên xwe yên teng ên partiya xwe astengiyê çêdike. Piştre jî parlamenterên YNKê beşdarî civînê nebûn, ji ber wê desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê hat helbijartin û Vala Ferîd, Hêmin Hewramî û Muna Qehweçî bûn serokatiya desteya parlamentoyê.
Diyar Ezîz-Bas