DosyaNivîsar

Divê Rêxistin û kesayetên kurd li himber PKKê zelal bin

Faruk Zend di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Divê Rêxistin û kesayetên kurd li himber PKKê zelal bin û li himber bûyeran xwedî helwestek netewî bin.Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Berziva Faruk Zend:


Merheba,Piştî têkçûna pêvajoja “çareseriyê” şerê dijwar dest pê kir tu berjewendiyê miletê Kurd, an jî tevgerê Kurd çênebû. Bilekis Kurdan xisarekî mezin dît. Bajar û navçeyên dîrokî wêran bûn bi hezaran Kurd hatin kuştin û li ser erdê bav û kalên xwe koçber bûn.ji bo sekinandina vê şerê bê armanca hewcedariya yekem ewe ku rêxistin û kesayetên serxwebûnxwaz li hemberê PKK zelal bin û helwestek netewî bistînin.Heger rêxistin û kesayetê serxwebûnxwaz helwestek negrin dê xerabtir bibe.Ji bo destpêka pêvajoya çareseriyek nuh ku serkeve bigêhije armanca xwe, ne ji kesê alîgirên PKK/HDP, kesayetê netewî dikarin pêvajoyekî nuh de bibin aktor vê pêvajoyê bimeşînin.Her çiqas dewleta Tirk bixwaze pêvajoyek nuh dest pê bike, hemberê dewleta Tirk PKK naxwaze pêvajoyek dest bike, bilekis dixwaze dîsa şerekî bi rêxistênin çepê Tirkre hemberê AKP bimeşîne.Heger şerekî ku dest pê bike mixabin dîsa milletê Kurd xisarek mezin bibîne.Piştî vê demê ku şerek dest pê bike û Kurd bimirin, suçdar û berbirsiyarê vê rêxistin û kesayetên xwe bi navê serxwebûnxwaz didin naskirinin.Faruk Zend       

Back to top button