CivakPolîtîk

Pêşmerge : Bile kesek xeyala nebîne

Fermandariya Giştî ya Heza Çekdarên Kurdistanê di derbarê bûyerên li devera Şengalê de çêdibin daxûyaniyek ragihand, Di daxûyaniyê de dibêje: “Me bi pêwîstî zanî ku wê yekê zelal bikin, ku siyaseta Herêma Kurdistanê têkşikandina DAIŞê û jinavbirina wê bûye. Her di vê çarçovê de operasyona azadkirina Mûsilê bi rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Amerîka plana wê hatiye dariştin û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serkeftî rola xwe di wê operasyonê de hebûye û pabendî xalên wê rêkeftinê bûye.Her li gor wê rêkeftinê mana Pêşmerge li cihên ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdanê rizgar kiriye ji berî 17 Cotmeha 2016an ku roja destpêka operasyona Mûsilê ye, yekalî bûye û bi ti awayekî ne cihê guftûgoyê ye. Derbarê biryara man yan nemana Pêşmerge li navçeyên ji piştî wê rêkeftinê ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, pêwîst e di çarçova rêkeftineke nû be, ku hemû aliyek li ser razemend bin û asayişa welatiyan û pêkhateyan biparîze û ne biryara yek aliyê be.Di derbarê operasyona rojavayê Mûsilê, Tileferê û Şingalê û hin cihên din de binbêkirina rêkeftinê derketine, ligel wê jî heta DAIŞê mabe, encama me nehêştin û jinavbirinê DAIŞê dibe, lê heger bi xeyalî hin kesên di nava Heşd de û çend Kurdên niştimanfiroş şerê DAIŞê li wê deverê wek derfet bibînin bo derxistina hin pirsgirêkan ji xelkê wê navçê û Pêşmerge re û zêdegaviyê bi ser xaka Kurdistanê bike, bi wan hemû dengên neşaz re radigihînin ku ti hêzek nikare û ne mafê wê tune ye bête nava xaka Kurdistanê û ewê heza wî heye, bila bi xwe ezmûnê bike û serê xwe bi şaxên Kurdistanê bixe. Derbarê çarenivîsa Şingalê jî tenê xelkê Şingalê biryarê li ser çarenivîsa xwe didin û rê nadin aliyekî din biryara xwe li ser bisepîne.”  

Back to top button