Polîtîk

Em Pabendê Sonda Xwe Ne

 Partiya Sosyalista Kurdistanê bi minasebeta damezirandina xwe bi awayek yasayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxûyaniyek belav kirin.Daxûyaniya PSKê:30ê Gulanê, ji bo Partiya me rojekî gelek girîng e.Di 30ê Gulana sala 2016’an da me, bona cî be cî kirina bîryareka a Kongra PSK ya dehan, ser li Wezareta Navxweyî ya Tirkiye da û partiya xwe weki partiyeka legal damezrand.Û bi vî awayî me erkê xwe ya legalîze kirina PSK, ku kongreya dehan danî bû pêşiya me, anî cî û di jiyana Partiya me da serdemeka nu, serdema xebata legal di hemu waran da, destpê kir.Bê guman di proseya legalîze kirina Partiya me da, rola serekî, ya hevrêyen me yên navxwe û derweyî ne, ku di pêvajoya cî be cî kirina biryara kongreyê, li hember hemu astengî û dijwariyê berxwe dane, fidakarî kirine û xweyî li xebata 41 saliya partiya xwe derketine.Her usa partî û rêxistinên dost û bira yên beşên dinê Kurdistanê, gelek ronakbîr, nîvîskar û hunermendên yên dost û dilsozên PSK, di proseya lagalîze kirina Partiya me da, pişt dane me û em teşwiq kirine.Em gelek spasê wan dostên xwe dikin, bi dostaniya wan serbilind in û piştrast in, ku dostanî û biratiya me wê berdewam û bi hêztir be.Di salê derbasbûyî da Partiya me, herweki salên dinê, di warî rêxistinî, siyasî û civakî da gelek xebat kiriye û hewl daye, ku pirtir xizmeta doza Kurd bike.Di pêşerojê da jî, emê pabendî sonda xwe bin, qewlên xwe bînin cî, ku me daye şehîdên Kurdistanê .Emê bona cî be cî kirina xalên bernama xwe kar û xebatê bikin pê li ser rêbaza Partiya xwe bigrin, ku rastî û dirustiya wê gelek caran eşkere bûye.Emê hewl bidin, ku li Kurdistana Bakur bibine deshilatdar û partiyeka yekan. Lê emê tî caran nebêjin, “em yekta ne, li bakurê têne em in.” Ji ber vê yekê, emê herweki berê hewl bidin, ku li Kurdistana Bakurê hevkariya hêzên welatparêz pêkbê.Emê herweki berê alîkar û piştgirê xebata azadixwazî ya perçeyên dinê Kurdistanê bibin, ger em nikarin bibine pîştgir, bê guman emê nabine pêşigîr.Her usa emê pirtir hewl bidin, ku pêvendiya xwe ligel hêzên demokrat û guhartinxwazên Tirkiyê, ligel sendîka û saziyên sîvîlan bi hêztir bikin, bi hevra armancên hevbeş kar û xebatê bikin.Emê herweki berê, bûyer û pêşhatiyên siyasî û civakî ya navnetewî û navçeyê bi çavekê niştimanî û demokrat bixwînin û xwe û xebata xwe biguncinin.Di pêşerojê de jî emê biryarên xwe yên rexistinî bi gor binemayên demokratîk û pirrengiye bigrin û li ser cî be cî kirina biryaran da pêgir û hedtim şeffaf bin.Em peyman nu dikin, ku heya azadiya welatê xwe, heya bextewariya gelê xwe berdewam xebatê bikin û nehêlin, ku alayê şehîdan bikeve erdê.30 Gulan 2017PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan

Back to top button