Vîdeo

Heşda Şeibî û PKK: Em yek in

Di vîdeokî de ku li medya civakî hatiye belavkirin, , Çekdarên Heşdî Şeibî yên Şî’î û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê yên ser bi PKKê ve li Şingalê mil dane hev û dibêjin: “Em yek in. Lebeyke ya Hisên (Em xulamê te ne ey Hisên)”Di girtevîdyoyê de endamekî YBŞê dibêje: “Em û hevalên Heşda Şeibî li xala sînorî rastî hev hatine. YBŞ û hevalên Heşda Şeibî niha em bihev re li ser sînor in.” Herwiha herdu alî diruşman davêjin û dibêjin: “Em yek in. Lebeyke ya Hisên”Belavbûna vê girtevîdyoyê di demekê de ye, duh Serkirdeyê rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî El-Amirî îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan serkeftinên mezin bidest xistine û gihêştine sînorê Sûriyê.Îran di riya mîlîşyatên Heşda Şeibî re hewl dide riyeke zemînî di Iraqê re bo Sûriyê veke, da ku bigihe deryaya Spî, bo armancên xwe yên siyasî, ewlehî û aborî, ji bilî wê jî bo piştevaniya rêjîma Beşar Esed.https://www.youtube.com/watch?v=-TZadRwMUcE

Back to top button