DosyaNivîsar

Divê dewlet bizane, ku pirsa Kurd tenê pirsa xebata çekdariya PKK nîne, pirseke gelê bindest e

Serokê PSKê Mesut Tek bersîva pîrsên Rojevakur de dîbêje: Ezmuna tevgera azadîxwaziya Kurdîstanê nişan daye, ku berjewendiya gelê Kurd ne di şerê da ye. Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Bê guman ti berjewendiya gelê Kurd di şerê hanê da, ku we behsa wê dikin, nîne. Ezmuna tevgera azadîxwaziya Kurdîstanê nişan daye, ku berjewendiya gelê Kurd ne di şerê da ye, berovajî, gelê Kurd hertim zirarmendê şer bûye. Ji bona vê yekê gelê Kurd hertim aşitî xwastiye. Her usa bizava niştimaniya gelê Kurdistanê hertim xwazyarê çareseriya aşatiyane bûye û pê li ser vê rebazê aşitiyê girtiye.Lê belê dewletên dagîrker, ku nexwastine pırsa Kurdistanê bi rêka aşitiyane were çareser kirinê û îro jî amade nînîn, şerê li gelê Kurd disepînîn.Belê rast e, xeletiya  PKK jî di vê şerê dawî da gelek e. PKK-KCK serketina HDP di hilbijartina 7’ê Xeziranê da çewt xwend û dengên gelên Kurdistan û Tirkiyê wekî piştgiriyek li xebata çekdariyê zanî. Li hinek dever û bajarokên Kurdistana Bakurê “xweseriya demokratik” ragihand, xendek kola, behsa “stratejiya şerê şoresgeriya gel” û belavkirina şer di seranserê Tirkiyê kir.Ev yêka hanê jî ji bona dewlet bûye behaneyek û dewleta Tirk bi vê bahaneyê êrîşeka tund li ser Surê Amadê, Cîzîre, Nîseybîn, Silopî, Gewer û Şirnexê kir, ku em hemu encama êrîşa hanê û “berxwedana xendekan” baş dizanin û li ber çavên me ye.Lê ligel hîndê jî divê çu car ji bîr nekin, ku bi giştî şerê dasapandî û xebata çekdariya PKK berhema siyaseta dewleta Tirk ya fermî ye, ku xwastiye pirsa Kurd bi rêka tundûtijiyê, bi tank û top çareser bike. Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Pewistî bi aqlê nu heye û pewist e aliyên şer (dewlet û PKK) divê bızanin, ku pırsa kurd bı rêka çek û tundûtıjiyê nayê çareser kirinê. Divê pê li rêka asitiyane were girtin û jı bona vê yekê jî berê her tiştê divê PKK-KCK bê qeyd û şert agirbes rabigihîne û dewlet jî dev jê operasyona leşkerî û mîlîtarîze kirina Kurdistana Bakurê berde.PKK divê guhdariya xwesteka gelê Kurd bîke, dev jê çalakiyên çekdarî û teqandina trompelan di nava gund û bajaran berde, karên usa neke, ku bibe sedema tengeber kirina xebata legal û siyasî û cîvaka medenî (sîvîl).Hikumeta AK Partî divê guhê xwe bide daxwaza hêzên demokrat û aşitîxwaz û lîberal gavan bavêje, daku rê li ber çareseriya aşitiyane û demokratîze kirinê xweş be. Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be?Divê pêvajoya nû destpêbike. Ji ber ku heya pirsa Kurd neyê çareser kirinê aramî û evlehî li herêmê cigîr nabe û herwekî min li jorê jî got, pirsa Kurd bi rêka çek nayê çareser kirinê.Her usa ez ji ber ragihandina dawî yên aliyan (PKK û dewletê) xewşbîn nînîm, ku di demeka nêzîk de pêvajoya nu destpê bike. Jı ber ku ragihandına herdu alî rewşa heyî aloztir dikin.Ji bona, ku pêvajoya nu destpê bike, divê hêzên aşitixwaz û demokrat û welatparêz zextên xwe li ser dewletê û PKKêyê pirtir bikin.Eger pêvajoya nu destpê bike, divê ezmunênn berê were li ber çavgirtinê. Divê dewlet bizane, ku pirsa Kurd tenê pirsa xebata çekdariya PKK nîne, pirseke gelê bindest e. Ji bona vê yekê divê ligel hemu aliyên siyasî, civakî ya gelê Kurdistanê giftugo bike, ne tenê ligel PKK.Rast e muhatabê ragirtina şer PKK bi xwe ye, ji ber ku çek di destê wê da heye. Lê belê ji bona çareser kirina pirsa Kurd, muhatap ne tenê PKK û serokeşir û şêx û mela ne, mehatap gelê Kurdistan e, rêxistina wê yên siyasî, civakî, çandî û medenî ne.Mesud TekSerokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê  

Back to top button