Nivîsar

Dîroka PKKê 1

Beş: 1 PKK, Xiyanet, Terror, TesfiyeBeşa YêkGelek kes hene ku dixwazîn dîroka PKKê weke xwe bizanin. gelek kes li ser dîroka PKKê axivîne u tişt nivîsîne, lê tu kes ji wan ew dîrok bi rastî u dirustî ne anine ziman. îca belkî soza ev nivîsîkaran ji bo PKKê heye, an ji endamê PKKê ne. ew kesê ku ser bi PKKê be, nikare bi yek kelime ji şaşiyên Apo u PKKe rexne bike. heke wan rexne bike ji aliyê PKKê ew bi xayin u welatfiroş de hesab kirin. di demeki de ku xiyanet u welatfiroşî ji PKKê destpêdike u her ji PKKê ji berdewam dike. di wan çend gotaran de dixwazîm PKKê bidim nas kirin u rûyê wan kesan reş bikim ku PKKê weke xebatker u têkoşer didin naskirin u rêbaza welatfiroşî ya Apoçî weke rizgarkera Kurdistanê.-Dîroka PKKêPartiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera salên 1973-1974 li Enqerê paytextê Tirkîyê hatiye demezrandin. despêkê weke komek xwendawan bûn ku li zanîngehên Enqerê dewam dikirin. tesîra fikrên çepê tirk li ser vê komê gelek bû heman demê de pîranîya komê ji ciwanên kurd pêk dihat. di heman demê de hinek kesên Tirk ji di nav komê de hebûn. mînak: (Hakî Karer) ku kesekî Tirk u xelkê bajarê (Ordu) bû. herweha Kemalê PÎR u Dûran Kalkan u gelek kesên din ji. ev kom ji xwe re digotin (Şoreşgerên Kurdistan) u ev nav ji bo xwe helbijartibû. ew kesên ser bi PKKê ku bi aliyê sozdarî li ser dîrokê PKKê nivîsîne. navê seretayê PKKê weke (Apoçî) didin naskirin. di rastî de tiştê wesa tune ye u derew e. belk navê komê (Şoreşgerên Kurdistan) bûye. ew wext Abdullah Ocalan di nav komedê neferekî ji rêzê bû.(Hakî Karer) ku bi eslê xwe Tirk e u (Mehmet Hayrî Dûrmuş) ji ku kurdekî ji Bingol/Çewlîgê bû, serperştîya komê dikirin. Mehmet Hayrî Dûrmuş bi xwe diktor bû û yekem manîfestoya/bernameya PKK bi destên xwe nîvîsandi bû. Yekem bernameye PKKê bi zimanê Tirkî hatibû nivîsandin navê wê ‘’Kürdistan da Zorun Rolü’’ bû an ku bi Kurdî ‘’Li Kurdistanê rola Şiddetê.’’ Di vê bernameyê de hati bû destnÎşan kirin ku bê şer Kurdistan rizgar nabe û armanca PKK Kurdistanek Yekgirtî Sosyalist û Serbixweye. ku di dawîyê PKK ne tenê ev armanc ji bir kir, belkî ji wan kesan ji digot xayin u xwefiroş ku behsa serxwebûna kurdistanê dikin u wan ji weke netewên dinê cihanê dixwazîn bibin xwedî dewlet u bi azadî bijîn.min carekî ji nivîskarekî bakûrê kurdistanê guhdarî kir, digot: (PKK bi fermana dewletên dagirker kar kiriye. wan bêjin serxwebûn, PKK ji dibêje ew kesî serxwebûnê nexwaze xayin e. dagirker bêjin xweserî ya demokratîk, PKK ji gotiye tenê xweserî ya demokratîk dikare kurdan azad bike). yanî PKKê bi destê dagirkeran kar kiriye.-Abdullah Ocalan û Destpêka PKKêDi nav vê komê de ku PKK jê hat çêkirin. piranî zarokên feqîr û hejara hebûn. ew ên kurd ji wan kesan bûn ku ji bo zanîngeh u xwendinê hatibûn Enqerê. di nav wan salan de Abdullah Ocalan ku yêk ji endamên komê bû, bi keça berpirsê MÎT’a Tirkî Kesîre Yildirim re zewicî, navê bavê kesîre (Alî Yildirim) bû. ji Dêrsimê bû Kurdêkî Elewî bû û di Şoreşa Dersimê rolekî gelek xerab lîstibû! di girtina (Seyîd Riza Dêrsimî) destê wî hebû. li Enqerayê rûdinişt ji aliyê hemû Kurdan dihat naskirin ku ew zilamê dewleta tirke û endamê Mita tirkî ye! Piştî vê zewacê Abdullah Ocalan di nav komê de derket pêş. Sîleh û pere bo komê peyda dikir. ku ev ji eşkere ye ku ev pere u sîleh ji ku ve dihat peyda kirin.Di civîna 1976an de yekem koma PKKê biryar stend ku werin Kurdistana bakûr û dest bi xebatê bikin. Yekem car hatin bajarê Antep ku bi kurdî dibe (Dîlok). Antep navenda pkk bû ji ber ku serokê komê Hakî Karer li vî bajarî bû. piştî salek ji vegerîyana PKKê u di sala 1977 Hakî Karer ji alîyên çekdarên nenas ve hate kuştin. Piştî kuştina Hakî Karer serokê komê bû Mehmet Hayrî Durmûş û Mazlûm Dogan.PKK her di despêkê de bi dewleta tirk re şer nekir ewel car berê xwe da eşîr û rêxistinên Kurda. li Bajarê Mêrdînê bi PDK/KUK re şer kirin, li Urfa bi eşîra Bucak re li Batmanê bi eşîra Raman re, li Diyarbekir bi rêxistina kurd DDKD re şer kirin. Bela xwe di hemû rêxistinên Kurd ên welatperwer dan. Ji ber kû digotin: (heta em van Partiya tesfiye nekin, em nikarin şoreşê bikin). Bes di nava PKKê de gelek kesên Kurd ji ev biryara pkkê aciz bûn. bi vegerîyana PKKê ji bo bakûrê kurdistanê, dîrokek reş destpêkir.Di vê navberêde sala 1978 li bajarê Diyarbekir li gundê (Fîsê) PKK yekem kongreya xwe çêkîr û xwe weke partî îlan kir. Sistema serokatî di pkk nebû weke sistema polîtburo bû. Mehmet Hayrî Durmûş ji hemû yan mezintir bû ew weke serokê PKKê dihat dîtin, Mazlum Dogan jî weke cigirê wî. Abdullah Ocalan heta 1979 li Diyabrekir li daîra TAPU KADASTRO weke mamûrê dewletê kar dikir. Dilovan Elî

Back to top button