Polîtîk

Pêkvejiyana Kurdistanê bi hezaran salan ji hizra tariya terorîstan kevintir e

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 13.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, konferensa li jêr navê (Lêbihurînî û pêkvejiyan, gefên terorê û tecrûbeya pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê) ku ji aliyê her du wezaretên Xwendina Bala û LêkolînênZanistî û wezareta Rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê ve hatiye amade kirin, dest bi kar û xebatên xwe kir.Di merasimê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, hijmareke wezîr û parlamenterên Kurdistanê, konsul û nûnerên welatên biyanî û mamosteyên zanîngehê û zanayên olî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û hêvî xwest ku şîret û encamên konferensê di xizmeta xurtkirina pêkvejiyanê, pirneteweyî û olî û lêbihurînê û çewaniya berhingarbûna teror û nehêlana hizir û fikra DAÎŞê li Herêma Kurdistanê bin.Nêçîrvan Barzanî ji bo canê pîrozê  pêşmergeyên şehîd û hêzên ewlekariyê ku ji bona bergirîkirin ji Kurdistanê, pêkvejiyana neteweyî, olî û parastina kultura pêkvejiyanê û lêbihurînî canê xwe kir qurbanî silav û hurmetên xwe şandin, sersaxî li malbatên şehîdan kir û daxwaza zûçakbûnê ji birîndaran re xwest û got ku, di kevin de Kurdistan hişara pêkvejiyan netewe û olên cuda bûye û tevî hemû şer û malwêraniya dagîrkeran bi dirêjahiya dîrokê bi ser de hatine, xelkê Kurdistanê ev sîfeta xwe ya ciwan parastiye û weke welatê hemû ol û neteweyan maye.Serokwezîr diyar kir ku her ev kultureye ku Kurdistan di warê rewşenbîrî û civakî de bibe xwedî malbateke bêmînak û ciwan li Rojhilata Navî û her vê kulturê wisa kir ku ew malbatên ji deverên din yên Îraqê ji ber  cudahiyên olî û neteweyî rastî êrîşan û şidetê hatin, neçar man mal û milkên xwe hêlan û ber bi Herêma Kurdistanê ve hatin  û herêma Kurdistanê jî bê cudahî pêşwazî li hemûyan kir û hewandin û vê yekî jî bala cîhanê û mediyaya cîhanî kişand û piştgirî, bergirîkirin û parastina Kurdistanê ji aliyê hevpeymanan û civakî navdewletî ve her ji ber wê kultura li herêma Kurdistanê heye, ye.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de eşkere kir ku, şidet, berfirehbûna hizira berteng û tarî ya terorê, tawanên terorîstan û komkujiya bi ser pêkhateyên olî û neteweyî li herêma Kurdistanê kirine, bi taybetî li hember êzidî û mesîhiyan encam dane, bandoreke nêgetîv li ser vê tecrûbeya pêkvejiyanê li herêma Kurdistanê hebû çêkiriye û gefên cidî li kultura pêkvejiyana herêma Kurdistanê kiriye. Divê ew biratiya navbera netewe û olên cuda de li herêma Kurdistanê heye di warê siyasî, îdarî, perwerdeyî û civakî de hemû alî bi hev re kareke cidî bikin daku ew biratî û bawrî vegere nav pêkhateyên Herêma Kurdistanê û bo ser mal û milkên xwe vegerin. Divê hikûmet û xelk bi hev re peyameke zelal bi wan yên ku li jêr navê olî yan neteweya serdest dixwazin tecrûbe û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê  şêlû bikin, bidin û rê jê re nedin tecrûbeya bi hezaran salan heye jinav biçe.Barzanî diyar kir ku gelek giringe ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê pilanek siyasî û îdarî di navbera hikûmet û aliyên siyasî û olî de hebe. Lê heta niha xuya nake ku hikûmeta Îraqê nîyeteke cidî û xandineke realîstî ji bo wê qonaxê  hebe, hikûmeta Îraqê xwe jê didize û piştguh dixe.Serokwezîr diyar kir ku her ji destpêkê guman tê de nebû ku DAÎŞ weke hêzeke leşkerî bikare desthilata xwe li ser cografiyek diyarkirî bixe jêr destê xwe û dewleta bi navê Dewleta Îslamî li ser wê cografiyê ava bike, ev ji xewneke betal zêdetir tiştek nebû, her çi qas  desthilata wê dirêj bibe jî, wê ew hêz û desthilat nîne berdewam be, ji ber ku ew li dijî man û jiyanê ne, jinavbirina DAÎŞ û nemana wê bi tenê mesele wexte. DAÎŞ bi tenê bi çek û barûtê jinav naçe, lê hizir û bîrên reş û tarî yên DAÎŞ ku gelek ji tawanên wê yên qirêj metirsîdartire. Çunkî di paşerojê de bi navek din bi kincek din dê derbikevin, divê Herêma Kurdistanê, Îraq û dever bi giştî bi hevkarî û piştgiriya cîhana azad bi cidî li dijî wê hizira tirsinak bixebitin.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyva xwe de , bi taybetî bixêrhatina nivîskar û rewşenbîrî navdarê Tirkiyeyê Îsmaîl Beşikçî ku di merasinmê de yê amadebû, kir û xebat û tekoşîna wî nivîskarê mezin ji bo bergirîkirina buhayên mirovî û mafê kurd li bakurê Kurdistanê bilind nirxandin û got ku hêşta ew li ser xebat û tekoşîna xwe berdewame. 

Back to top button