Civak

Nîçîrvan Barzanî pîrozbahî li Kosret Resûl kir

Bi minasebeta  xelatkirina çîgirê serokê  Kurdistanê û çîgirê yekê yê sekreterê YNKê, Kosret Resûl ji aliyê herêma tuscania(Italiya) , serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani ew pîroz kir.Di peyvendiya telefonî de Nêçîrwan Barzanî amaje bi xebat û tekoşîna Kosret Resûl di bizava rêzgarîxaza gelê kurd de kir û rola wî berêzî di hemû qonaxên berê û pêştî serhildana xelkê Kurdistanê di bihara 1991 de û her waha qonaxa niha jî bilind nirxand û tekezî kir ku Kosret Resûl hêjayî hemû xelat û rêzgirtinekê bi vê awayî ye û hêviya serkeftin jî bo berêzî xwast. Ji aliyê xwe ve jî Kosret Resûl jî spasiya serokwezîrê herêma kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî kir.

Back to top button