Nivîsar

Miletê Kurd Heta Nûha Çima Nebû Dewlet?

  Îbrahîm GUÇLU([email protected]) Ev pirsa, pirseke gelek girîng e. Ev pirsa bi dehsalan e, ku tê minaqeşekirin û  lê tê gerandin. Divê bê pejirandin ku bersîvên vê pirsê di nav xwe de gelek spekûlasyonan vedişerîne. Tê zanîn, ku ji aliyê dîrokzan û sosyologan de bi deh salan e, ku tê minaqeşekirin ku gelê kurd herçiqas li Rojhilata Navîn gelekî gelek kevn û cîhûwar e jî, lê niakariye ku bibe dewlet. Di dewletnebûna kurdan de li ser sedemên hundirî û derve tê sekanınadin. Gelek dîrokzan û siyasetvanên kurd jî, sedema dewletnebûna kurdan bi sedemên derve û ya konjontûrel re girêdidin. Ez bı xwe çiqas di dewletbûna kurdan de sedemên derve jî girîng dibînim, sedema esasî, an jî sedemên esasî girêdayî hundir û kurdan bi xwe ne. Lewra dema ku dewletnebûna kurdan bes bi sedemên derve re bê girêdan, wê demê dewletbûna neteweyên din nayên îzah kirin. Tê zanîn, ji bona her neteweyekî û gelekî dem û konjonktûrên nebaş hatine rojevê, gel û netewe mecbûr bûne ku di şertên awarte û nexweş de bijîn. Lê dem hatiye ku gel û netewe ji wan şertên awarte û nexweş xelas bûne,  ber bi dewletbûnê çûne û di encamê de jî dewletên xwe ava kirine. Dema ku ji şert û sedemên hundirî tê behskirin jî, çend sedem tên bîra mirov. Gelek caran jî dîrokzan û sosyolog û siyasetvanên kurd jî li ser wan sedeman sekininî ne. Ew sedeman jî ew in: Avayiya feodalî û paşvemayina aborî û çandî ne. Gorî baweri ya min ev sedeman jî, ji bona ku pirsa dewletbûna kurdan bi serê xwe nikare îzah bike. Lewra hemû milet di şertên feodalî, paşvemayina aborî û civakî û kulturî/çandî de jiyana xwe meşandine. Lê hemû gel û netew dem hatiye ji feodalî xelas bûne û heta bi tevayî ji feodalî xelas nebûne, piştî Şoreşa Fransê ya ku bû sedem dewletên milî û neteweyî bûyinê, ew jî ber bi dewletên neteweyî û milî meşiyane û di encamê jî dewletên xwe avakirine. Gelek gel û netew jî her çiqas ji aliyê aborî û kulturî û civakî de jiyana xwe domandine, heta piraniya wan jî ji aliyê aborî û civakî û çandî de ji gelê kurd û ji Kurdistanê paşvemayî mabin jî, dîsa wan neteweyan û gelan ji bona xwe dewllet avakirine. Ji bona vê di dewletnebûna kurdan de sîstema feodalî, paşvemayina civakî û aborî û çandî jî pirsê îzah nake. Heta gelek lêkolîn û nerînên dîrokzanan diyar dike ku gelê Kurd û Kurdistanê ji aliya sîstema civakî û aborî û çandî de ji gelek gel û neteweyên bûne dewlet pêştatir û li merheleyeke gelek pêşketîbû ye. Wê demê dewletnebûna kurdan an jî împarator neavakirina kurdan de sedemên din yên girîng hene. Ew sedemên em li ser radiwestin divê bidin aliyekî, sedemên din diyar bikin. Ev sedeman, minkun e, ku gelek basît û sivik bên şirove kirin. Lê divê bê zanîn ku jiyana neteweyan hem bûyereke gelek tevlûhev e û hem jî gelek sivik û basît e. Carna gelek bûyer jî, her çiqas bi sedemên giran tên îzah kirin jî, dema ku tu bikevî nav pirsan, wê demê tu gelek hêsanî dibînî ku sedemên qewimandina vê bûyerê gelek sivik û gelek rojane ne. Ev rastiya ji bona jiyana gel û neetweyan jî derbas dibe. Sîstema eşîretî…Gelê Kurd li Kurdistanê di sîstema eşîretî de dijiye.  Dîroka sîstema eşîretî li Kurdistanê û di jiyana gelê kurd de gelek kevn e. Heta dema ku li pêvajoya gelê kurd bê mêzekirin û li Kurdistanê lêkolînên hatine kirin, mirov ji ber çav derbas bike, gelek bi hêsanî dikare tespît bike ku gelê kurd jiyana komûnal bi riya û sîstema eşîretî heta îro û ev merhelayê dom kiriye. Heta dikarim bibêjim ku sîstema feodalî û koletî jî, ji derve de ji aliyê dagirker û împaratoriyên biyanî hatine Kurdistanê. Sîstema eşîretî, sîstemeke îdarî, civakî, çandî, aborî û desthilatdariyê ye. Wek tê gotin sîstema eşîretî, li ser bingeha merkezîbûna aborî ava nebûye. Eşîretî tu wextekê bi berjewendiya aborî û îktîdasî re jî nehatiye girêdan.. Di sîstema eşîretî de sîstemeke aborî ya wekhevî û parvekirî heye. Serokên eşîran û serokên federasyon û konfederasyonên eşîran tu dem xwediyê aboriyeke xurt û desthilatdar nînin. Di sîstema eşîretî de aborî di nav endamên kes û malbat yên eşîrê de piştî meserîfên eşîretê, federasyon û kondfederasyona eşiretan girêdayî pîvana wekhevîyê  tê belav kirin. Di sîstema eşîrî de, ji bona ku tu bibî endamê eşîretê hewcedarîya mirovetiya nêzik ne hewce ye. Endamên eşîretê bi xwînê bi hev re girêdayî nînin. Kes û malbatên biyanî jî endamên eşîretê ne. Sîstema eşîretî ji aliyê karbidestî û desthilatdariya îdarî de, sîstemeke merkezî ya ademî ye. Li Kurdistanê bi sedan yekîniya eşîrî, federasyon û konfederasyona eşîran hene. Her eşîrek, federasyon û konfederasyona eşîran,  ji aliyê îdarî de gelek xweser in.lL Kurdistanê bi tevayî hevgirêdana federasyon û konfederasyona eşîran bi hev re di nav kordineke gelek qels de ne û merkezieyeteke gelek xurt di nav wan de tune ye. Ez dikarim bibêjim ku her federasyon û konfederasyoneke eşîran xweser desthilatdariyake îdarî û wek dewleteke serebixwe ne. Bes di merheleya mirîtî de federasyon û konfederasyonên eşîran qerektereke desthilatdarî û firehî qezenç kir. Lê di navbeyna mirîtiyê Kurdistanê de jî, hevgirêdeneke fermî ya merkezî tune bû. Her mîrîtiye li ser beşekî Kurdistanê desthilatdar bûne û tu dem li tevayî Kurdistanê, bi wateya dewletbûnê karbidestiyek nikarine ava bikin. Dewletbûn karbidestî û desthilatdariyeke hevbeş pêwîst dibîne. Lê eşîret bes li ser beşek axa welêt desthilatdarî çê dike û pêşiya pêwendiyeke merkezî digre. Her eşîretek di nav xwe de xwediyê sîstemeke îdarî ye. Ev sîstema îdarî pêşiya sîstemeke îdarî ya hevbeş û merkezî digre. Ji bo dewletbûnê şuuereke hevbeş ya welatî pêwîst e. Aîdiyeta welêt, dewletbûnê pêk tîne. Hezar mixabin, di sîstema eşirî ya xurt de aîdiyeta weletekî hevbeş pêk naye. Ew jî dibe asteng ku şuur a hevwelatî çê bibe. Hevwelatî, hewcedariya jiyaneke mişterek di nav dewletekê de dizayn bike. Dîsa dewletbûn jiyaneke hevmişterek ya civakî dixwaze. Sîstema eşirî ya civakî li Kurdistanê bûye sedem ku jiyaneke hevbeş ya tevayî ava bibe. Her eşîret li ser parçeya axa xwe jiyana xwe didomîne û li her eşîretekê pêwendi di nav kes û endamên eşîretê de ne. Ev jî dibe sedem ku şıuura hevmişeterek ya berjewendiyeke hevmişeterek ava bibe. Dema ku di nav gelekî û civateke neteweyî de  berjewendiya hevbeş/mişterek pêk nayê ew civata nikare karbidestiyeke hevbeş û deweleteke milî û dewleteke beriya dewleteke milî ava bike. Lewra gorî baweriya min netew û deweletbûn; pêkhatin û avabûna berjewendiya hevmişterek e. Sîstema eşîretî, li Kurdistanê û di nav Gelê Kurd de pêşiya ev berjewendiya hevbeş girt. Li eşîretekê berjewendiyeke hevbeşî ne, parçebûyî ava kir û vê jî pêşiya dewletbûnê û împaratorbûna kurdan girt. Di dewletbûnê de çandeke hevbeş jî pêwîst e. Çand jî bi zimanekî hevbeş û bi jiyanake civakî, aborî pêk tê. Jiyana eşîrî ya li Kurdistanê bû asteng ku di nav her Kurdistanîyekî de danûstandin pêk bê û çandeke hevbeş ava bibe. Ji bona împeratorîbûnê û avakirina dewleteke milî, jiyanaeke mişterek ya aborî û îktîsadî jÎ péwist e. Ev jî efirandineke hevbeş  pêwîst dibîne. Lê sîstema eşirî li Kurdistanê li ber sîstemeke hevbeş ya îktîsadî û efirandineke hevmişeterek de jî astengek bû. Lewra di sîstema eşîretî de fonksîyon û efirandina îktîsadî bi eşîretê re sînorkirî ye. Ev jî, wek min li rêzên jorîn behs kir, li ber berjewendiyeke hevbeş ya îktîsadî bû asteng. Ev jiyana eşîretî di hemandem de bû asteng ku  kurd bi tevayî dîrokeke hevmişterek jî bijîn. Tê zanîn ku welatên ku di sîstema eşîretî de dijiyan  hebûn û pişt re jî dewletên milî û karbidestiyên hevmişterek avakirin jî hene. Elmanya li ser bingeha sîstema eşîretî ava bû û beriya ku bibe dewleteke milî jî, sîstema eşîretî li ber dewletbûna millî astengek bû û her eşîreteke elmanî jî xweser, otonom û ozerk bûn. Li elmanyayê Bîsmark stratejiya ku bi riya eşîretekê li ser hemû eşîretên din bandor ava bike wek stratejî pejirand û ji bona vê jî, ji bona desthilatdariyeke hevmişeterek û deweleteke milî jî şerekî dijwar dest pê kir û di encama şer de jî, desthilatdariya hevmişterek pêk hat û desthilatdariya hevmişterek, jiyaneke hevmişterek ya civakî, siyasî, aborî, dîrokî û çandî ava kir. Li Kurdistanê ev pêvajoya û stratejiya jî pêk nehat û nehat meşandin. Li Kurdistanê jî di navbeyna eşîretan de her şerekî dijwar û dom dirêj hebû, hîn jî heye. Lê ev şera ji bona desthilatdariyeke hevmişterek ya merkezî nebû, bes ev şera di navbeyna du, an jî sê eşîretan de sînorkirî dima. Di van şeran de îdiaya desthilatdariya merkezî û hevbeş tune bû. Di sala 1639-an de encama Peymana Qerî Şirînê dema ku Kurdistan bû du parçeyên girîng û ev du parçeyan ketin bin bandor û desthilatdariya împeratoriya Osmanî û Farsî parçebûna herî mezin û ne tebiî pêk hat. Ev parçebûna di hemendem de eşîr jî di nav xwe de parçe kirin û ev yekîtiya beşî ya di nav sîstema eşîr de jî nehîşt û desthilatdariya îdarî ya eşîretî jî xist xeteriye.  Azadî û xweserbûna sîstema eşîrî jî, ji holê rakir û kurd zêdetir ji desthilatdariya navendî û merkezî ya ji bona dewletê pêwîst dûrtir xist. Dema ku Kurdistan encama Peymana Lozanê di sala 1923-an de bû çar parçe û Kurdistan ket bin bandora çar dewletan (Komara Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê, Sûriyeyê), wê demê hîn zêdetir ji merkezîbûnê û ji dewletbûnê dûrket. Kurdistanê,  ew otonombûn û azadîbûna xwe ya dema împeratoriya Osmanî jî wenda kir. Piştî Kurdistan bû du û çar parçe, ev car ew împeratorî û dewletên milî yên neteweyên serdest pêşiya dewletbûna kurdan girtin. Ji bona vê sîstemeke jenosîdî ku gelê kurd jiholêrakin, kirin sîstemeke domdar û dîrokî. Nûha li Başûrê Kurdistanê pêvajoya dewletbûnê dest pê kiriye. Hezar mixabin ew zihniyeta kevn ya ne milî dîsa li pêşiya dewletbûne astengeyeke mezin e. Lê diyar e ku miletê kurd dê ev car di bin pêşengiya Serokê Kurdistanê de dewlet ava bike.  Amed, 2016

Back to top button