FlaşPolîtîk

Armanca Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê

Daxûyaniyk li ser navê Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê hate ragihandin. Di vê daxûyaniyê de Armanc a însiyatifê hatite ragihandin. Em daxûyaniyê wek xwe radigihînin.

ARMANC Û SERETAYÊN ME

A) NAVENDA BÎRDOZÎ YA NETEWEPERWER
Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê wisa difikirin ku, ji bo vê kêlîya em tê da ne çîna sîyasî ya Kurd berbelav e û ne bi têra xwe ye ji bo bikare bibe kirdeyê polîtîk ê neteweyî û nûneratîya neteweyê bike.

Em wisa dihizirin ev berbelavî û kêmasî ji hêlekê va ji ber wê ye ku îdeolojîya neteweperwerîyê ji alîyê çîna me ya sîyasî va bi têra xwe nehatiye daweriwandin û ew nikarin bi awayekî sîstematîk xwe bispêrin jêderên zanyarî yên neteweyî.


Her wisa, ew dejenerasyon û hilweşîna exlaqî jî ku bi destê dagerkeran dimeşe, dîsa bi lawazbûna hêz û bandora hîtabeta îdeolojîya neteweperwer va û bi jêdûrketina jêderên zanyarîyên neteweyî yên wek dîrok, ziman, çand û dab û nêrîtan va, yanî bi qelsbûna ruhê neteweyî va têkîldar e.

Lewra em wek Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê, pêwîstî bi avabûna navendên bîrdozî dizanin ku karîgerîya îdeolojîya neteweperwerîyê ya di hişmendî û serwextbûna neteweyî da, di pêkanîna îrade û yekîtîya neteweyî da di astên kanonîk da nîşan didin û bi awayekî sîstematîk şixulandina jêderên zanyarîyên neteweyî bandora kartêker ava dikin.



B) RESTORASYONA SÎYASÎ YA NETEWEYÎ


Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê wisa dinirxînin çîna sîyasî ya Kurd di kêlîyeke restorasyonê da ye.

Ji hêlekê va, ji nifşên nûciwan bigre heya kesayetên serbixwe bi hezaran mirov di lêgerînekê da ne ji bo li ser navê miletê me bibin kirdeyekî sîyasî û hêza nûneratîyê biafirînin, ji hêla din va jî hin xebatên yekîtîyê, hewldanên damezrandina platforman didomin.


Dikare were gotin pêleke neteweyî bilind dibe. Lê belê, him ev lêgerîn hîn li ser zemîneke qewî ya îdeolojîk nîn in, him jî hewldanên yekgirtin û xwebirêxistinkirinê hîn ji asta palyatîv nebihorîne.


Em ferz dibînin akademîsyen, rewşenbîr û entelektuelên Kurd, bi mebesta ev potansîyel veguheze bibe hêzeke bi sazî û avadanî ya neteweyî têkîlî demajoyê bibin. Em her kesî/kesê, ji mihafizekaran, lîberalan, heta çepgîran, ji hemû alîyan rewşenbîran vedixwînin da her yek ji wan ji alîyê xwe da bi analîzên dorfireh û bi metnên xurt piştgirîya vê proseyê bike.


Em li ser wê fikrê ne ev restorasyona sîyasî li bin yekdestîya yek ji partîyeke Kurdistanî yan jî bi hewldaneke damezrandina partîyeke ji strukturekê nikare bi cîh were. Lewra, partîyên me yên heyî yên Kurdistanî wek awayê rêxistinî ne amade ne bibin bersîva vê pêla neteweyî. Ji ber ev pêl ji her strukturekê mirovan dihewîne. Her wisa di tu struktureke sîyasî da berhevbûneke kadroyî ku bikare hêzên neteweyî bike yek nîn e.


Ji ber vê, em xebata damezrandina platformeke neteweyî watedartir dibînin ku ji her nêzikatîyên bîrdozî-sîyasî û ji partîyên me yên Kurdistanî pêk were û bi demê ra veguheze “Partîya Kongreya Neteweyî”, “Partîya Girseyî Ya Neteweyî” yan jî “Tevgera Kongreya Neteweyî”. Divê cîhê tevgerên sîyasî û îdeolojîk ên totalîter an jî di bin wesayetê da û tevgerên xizmetguzarîyê yên ne xwedî îdeala “serwerîya neteweyî” di vê xebatê da tunebe.


Ji bo pêvajoya restorasyonê li ser rêya rast bimeşe hewce ye têkoşîna neteweyî ya 50 salî ya bakurê Kurdistanê were dahûrandin. Azmûna sîyasî ya borî ya 50 salan encamên trajîk bi xwe ra anîne ku di tu têkoşîneke neteweyî da neqewimîne. Di demeke wiha da di ser sedhezarî ra mirovên me bûne cangorî, bi sedhezaran mirovên me berdêl dan bi heps û zîndanan, bi mîlyonan mirovên me ji cîh û warên xwe hatin nefîkirin. Ev berdêl tev di oxira bidestxistina serwerîya neteweyî û rawestandina êrîşên hewldanên jinavbirina miletê me ji dîrokê ya dagerkeran da bûn. Lê tevgera apoyî ku ev pêvajo domîne kiribû, berovajî bendewarîyên miletê me bi pêvajoya “Tirkîyeya Bêteror” bi projeya tirkkirin û jinavbirina miletê me va angaje bûye. Projeyên wek “Komara Demokratîk”, “Civaka Demokratîk”, “Entegrasyona Demokratîk” û hwd ne tenê rêyên devjêberdana daxwazên neteweyî ne, her wisa projeyên alîkarîyê ne ji bo asîmîlasyona kolonyalîst a li ser miletê me.


Ya herî dilsoj jî ew e ku digel rola berbiçav a di pêvajoya sîyaseten jinavbirina kurdayetîyê ya tevgera apoyî ew hîn jî dikare beşeke mezin a çîna sîyasî ya Kurd domîne bike.


Dê qinyadeke çewt be ger ev trajedî tenê bi rola dilguman a tevgera apoyî va were ravekirin. Di rastîyê da di vê hilweşîna sîyasî da tevahîya çîna sîyasî ya Kurd berpirs e. Lewma jî divê were rapirsîn ka alîyên derveyî tevgera apoyî çima nekarî bijareyeke alternatîv biafirînin, çima nekarî pêşî li vê hilweşînê bigrin.


Em wek Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê li ser wê hizrê ne rewşa rûdaye wek encama pirs û kêmasîyên ji têgihîştina bîrdozî û felsefî ya derbarê neteweperwerîyê da peyda bûye. Bîrdozîya neteweperwerîyê bicîhanîna serwerîya neteweyî û damezrandina dewleta neteweyî esas digre û di vê têkoşînê da cîh û hebûna her beşeke neteweyî rewa û hewce dibîne.

Lê belê, di van 50 salan da tevgerên sîyasî yên Kurdistanî karên xwe di bin bandora nêzîkatîyên totalîter û sekter ên îdeolojîk da domand. Van tevgeran xwest di têkoşîna neteweyî da xwe bispêrin struktureke îdeolojîk û wan bi daxwaza avakirina desthilatîya dorhêleke îdeolojîk a dîyar hareket kir. Bi vî awayî, bûn sebeb di navbera hêzên neteweyî da dijayetî, lixwebiyanîbûn û cudakarî peyda bibe.


Yekîtîya Neteweyî
Li demên borî hin hewldanên yekgirtinê yên tevgerên sîyasî yên Kurd çêbûne. Lê ev hewldan ji pêdivîyên avakirina zemîneke neteweperwer zêdetir bi nîyeta avakirina hêza alternatîv bûne. Ev hewldan ne pratîkên armancgirtina yekîtîya sîyasî ya ji her strukturekê bûne yan jî nekarîne bibin xebatên wisa ku rê li ber her struktureke sîyasî ra vekin. Û di pratîkê da ev hewldan an ji ber lêgerînên avakirina hegemonyayên hizbî yan jî ji ber pirsgirêkên (ne)lihevkirinê bê encam mane.


Hin xebat jî hebûne ku bi mentiqa avakirina partîya girseyî yan jî partîya kongreyê dest pê bûne. Lê di van xebatan da jî “çanda hevkarîya di navbera kadroyên ji strukturên cuda” bi pêş neketiye, her wisa hewldanên danîna wesayetê jî kêm nemane. Dewsa ku hiqûqa her dorhêleke bîrdozî û sîyasî were naskirin û ayîdîyeta komelî meşrû were qebûlkirin li ser takekesên ji strukturên cuda rîayetkirina li navendeke xwedî mîsyona wesayetê hatiye ferzkirin.


Bi Hev Ra Karkirin

Ji ber têgihîştina totalîter û sekter a ev 50 sal e desthilat e çîna sîyasî ya Kurd a bakurî tu serborîyeke karkirina bi hev ra ya tevger û alîyên ji strukturên cuda neceribandiye û wisa jî li ser vê mijarê tu lîteraturek neafirandiye. Em wek Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê pêşnîyaza xwe dibin aktîvîstên sîyasî û rewşenbîrên Kurd da di demên bê da li ser vê mijarê serê xwe biêşînin û derheqê “xisleta karkirina bi hev ra” metnên îdeolojîk zêde bikin.


Xwebexşî; Beşdarî

Yek ji alîyên herî qels ê çîna sîyasî ya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê jî ew e beşdarî yan têkîlbûna doza neteweyî ne bi têra xwe ye. Ev qelsî jî ji ber tênegihîştina û nepejirandina îdeolojîya neteweperwerîyê ye. Tevgera sîyasî ya neteweyî ya Kurd ji wê lîteratur û retorîkê bêpar e ya têkîlîya kûr a felsefî û derûnî ya di navbeyna azadîya takekesî û azadîya neteweyî da, di navbeyna desthilatîya takekesî û desthilatîya neteweyî da, di navbeyna hebûna takekesî û heyîna neteweyî da, têkîlîya di navbeyna jîyan û neteweyê da bide fêmkirin. Em pêdivî bi wê dizanin divê neteweperwerên Kurd di dema pêşîya me da beşek ji xebatên xwe yên îdeolojîk li ser vê babetê bikin.


Kapasîteya Hîtabê Ya Li Milet

Hijmara çalakvanên sîyasî yên ji dorhêlên cihê yên îdeolojîk digihîje bi dehezaran. Lê, ji ber ev ne rêxistinbûyî ne û ji hev bela ne ne xwedî wê taybetmendiyê ne ku bikarin hîtabê miletê me bikin. Ger çalakvanên neteweperwer ên ji tevahîya dorhêlên cuda xebatên xwe di navendeke xwedî kapasîteya hîtaba li miletê me da kom nekin derî heya dawî li ber çalakî û manîpulasyonên ji bo jinavbirina miletê me ji dîrokê yên kolonyalîstan û hevkarên wan vedibe.

C) MALBENDÊN BERXWEDANA NETEWEYÎ

Rêveberîya kolonyalîst bi dirêjahîya sedsala borî li Bakurê Kurdistanê hewl da bi kiryarên nijadkujîyê kurdayetîyê ji dîrokê ji nav bibe, li hêla din li parçeyên din ên welatê me jî her cure rê û rêbazên destwerdanê ceriband ji bo miletê me tu statuyeke sîyasî bi dest nexe. Ew serobinbûnên sîyasî û leşkerî yên li sîh salên dawî hinek mecal anîn ber miletê me û miletê me li Başûrê Kurdistanê bû xwedî statuya federalîyê, li parçeyên din jî pêşveçûnên erênî qewimîn.

Lê çi heye, ev konjuktura sîyasî ev çend sal e guherîye. Dewletên zilhêz di asta global da rageşîya dijberîya ji bo desthilatîya sîyasî û leşkerî bilind dikin. Wek encama veguhastina hêzên nû û pevçûnên wan hêzên sîyasî û leşkerî yên herêmê jî refên xwe ji nû va dîyar kirin. Vê rewşê ji bo hêzên hegemonîk ên herêmî yên wek KTyê derfetên nû peyda kirin ji bo armancên xwe yên împeryal bi cîh bînin.


KT dixwaze ji vê konjukturê him ji bo pêşîlêgirtina derfetên bi kêrî kurdan bên, him jî ji bo bicîhkirina polîtîkayên împeryal ên NeoOsmanî/PanTurkîst sûd wergire.


KT ji bo bikaribe armancên xwe yên împeryal bi cîh bîne ferz dibîne kurdayetîyê wek sîyasî ji holê rake. Bi vê armancê ew ketiye amadebaşîyê da tevgera apoyî jî hilde ber destê xwe û welatê me “ji nû va fetih bike”. Ew bi plansazîyeke temam tevahîya amadekarîyên xwe li ser bêsatuhiştina kurdên Rojava û Rojhilat, îlhaqkirina Başûr dike û li Bakur jî bi pêşxistina asîmîlasyonê dixwaze kurdayetîyê ji holê rake.

Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê sedema hebûna pêkhateya xwe ne tenê ji bo avakirina hêzeke nûneratîya neteweyî pênase dikin, em înîsîyatîva xwe di heman demê da

li dijî van hewldanên ji nû va dagerkirina welatê me ya dagerkeran wekî malbendeke berxwedana neteweyî dinirxînin.


Her wekî wê, em ji bo hebûna xwe ya neteweyî grîng dibînin di hemû navokên civakî yên miletê me da, di tevgerên jinan û ciwanan da, di sendîkayan û rêxistinên pîşesazîyê da, di sazîyên civaka sîwîl da û di wargehan da înîsîyatîvên berxwedana neteweyî pêk werin.

Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê, di vê kêlîya sîyasî da rêbazên sîwîl ên têkoşînê pêşnîyaz dikin. Têkoşîna me dê xwe bispêre meşrûtîyet û semyana ku miletê me wek dîrokî di têkoşîna rizgariyê da afirandiye û mafên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî dide miletan.

SERETAYÊN ME YÊN BINGEHÎN

Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê seretayên jêrîn ji xwe re esas digre:

1. Yekîtîya Neteweyî: Xurtkirina yekîtîya neteweyî ya miletê Kurd ji xwe ra dike armanc. Han dide ji bo partîyên sîyasî, sazîyên civaka sîwîl, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, jin û ciwan di zemîneke hevpar a neteweyî da bigihîjin hev.

2. Danûstandin û Lihevkirin: Pêşvebirina çanda danûstandin, piştgirî, lihevkirin û têkoşîna hevpar a di navbeyna tevgerên sîyasî û civakî yên Kurd da ji xwe ra esas digre. Fêmdarîya pevçûnên navxweyî û jevbelavbûnê red dike.

3. Serbixweyî û Dorfirehî: Wekî berdewam an alternatîva tu partîyeke sîyasî tevnagere; sekneke serbixwe, bêlayen, dorfireh a neteweyî dipejirîne û bi hemû alîyên neteweyî ra di heman nêzîkbûnê da ye.

4. Mafê Tayînkirina Çarenûsa Xwe: Berjewendiyên hevpar ên miletê Kurd, îradeya wî yê hevpar û mafê dîyarkirina siberoja xwe ya miletê Kurd wek seretaya bingehîn qebûl dike.

5. Piştgirîya Di Navbera Beşên Welêt Da: Lê dixebite ku di navbera Kurdên her çar parçeyan da danûstandinên çandî û piştgirîya civakî û demokratîk xurt bibe, hişmendîya neteweyî û hesta ayîdîyetê ya hevpar geş bibe.

6. Mîrateya Ziman û Çandê: Ji bo zindîhiştina mîrateya çandî û bîra dîrokî ya Kurdan dê xebatan bi rê ba bibe. Înîsîyatîva me wek berpirsîyeke neteweyî dizane tevahîya zaravayên Kurdî werin parastin û geşkirin û werin veguhastin ji bo nifşên nû. Lê belê, em asta dramatîk a bikaranîna di jîyana rojane da ya zaravayê me Dimilkî/Kirdkî wek hişyarîyekê dibînin û xîretkêşîyeke taybet ji bo bikaranîn û hînbûna wî zaravayî wek erkekê destnîşan dikin.
7. Beşdarîya Çalak: Înîsîyatîva me rola jinan, ciwanan, rewşenbîr û akademîsyenan di avakirina hişmendîya neteweyî da bilind dinirxîne û piştgirîyê li wan dike da bi awayekî çalak beşdarîya wan li sazîyên biryardarîyê û pêvajoyên civakî bin.

8. Azadîyên Bingehîn: Înîsîyatîva me azadîya bawerîyan û derbirîna ramanan, piralîtîyê, beşdarîya demokratîk û şefafîyê wek seretayên jêneveger ên jîyana civakî dinirxîne.

9. Hişmendîya Kongreya Neteweyî: ÎNK wek berpirsîyeke xwe ya dîrokî qebûl dike bibe alîkar ji bo geşedana hişmendîya kongreyeke neteweyî ya demokratîk, sazûmanî û dorfireh ku bikaribe nûneratîya îradeya hevpar a miletê Kurd bike.

10. Em wek Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê (ÎNK) parlamentoyên ku mafên kolektîv ên miletê me nas nakin meşrû nabînin û hilbijartinên ji bo van parlamentoyan wekî rojeva xwe napejirînin.

11. Sînorên Hevkarîyê: ÎNK dilxwazê piştgirîya bi partî, platform û pêkhateyên Kurdistanî ye û li gor pêdivîyan dê hewl bide xebatên hevpar bimeşîne. Lê belê, ew bi wan tevgeran ra tu hevkarîyê nake ger ew xwe ji rejîmên kolonyalîst û hevkarên wan dûr negrin.

12.Nûneratîya Navneteweyî: ÎNK damezrandina “Lijneya Nûneratîya Neteweyî” ku bikaribe mafên kolektîv ên miletê Kurd bigihîne platformên navneteweyî û bîne rojeva wan wekî armanceke stratejîk datîne pêşîya xwe.
13. Mafên Kêmnetewan û Sîstema Pirlayen: ÎNK mîsogerkirina mafên hindikahîyên li Kurdistanê dijîn ên etnîk, olî û çandî wek yek ji seretayên sîstema hiqûqê û demokrasîyê qebûl dike. ÎNK, bi armanca beşdarîyeke wekhev û çalak li jîyana gelemperî ya civatên ku wek dîrokî di rewşeke dezawantaj da ne piştgirîyê dide avakirin û geşkirina mekanîzmayên cudakarîyên pozîtîv ên demkî û bipîvan di qadên wekî perwerdehî, çand, rêveberîyên deverî, îstîhdamên gelemperî û nûneratîya sîyasî da. Her wiha ÎNK ji bo xwe esas digre ku azadî û mafê jîyandin û geşkirina zimanê xwe, çanda xwe, bawerî û nasnava xwe ya tevahîya komelan di makezagonê da were misogerkirin û hewl dide cewazîyên komaleyetî mîna dewlemendîya civakî û hevwelatîbûna hevpar werin dîtin. ÎNK avakirina civakeke sîyasî ya dorfireh (firehçand) ji bo xwe dike armanc ku ew xwe naspêre serdestîya piranîyê, lê xwe dispêre welatîbûna wekhev , rûmetgirtina dualî û têgîhiştina siberojeke demokratîk.

Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê
22.06.2026

Nîşe: Em sipasdarîya xwe radigihînin rewşenbîr û akademîsyenên xwe yên di dema nivîsandina daxuyanîya me da li me vegerîyan û beşdarî li xebata me kirin.

Back to top button