FlaşPolîtîk

Li Rojavayê Kurdistanê rewşa jiyanê geekîxirab e..

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), derbarê xirabûna rewşa jiyanê û kêmbûna xizmetguzariyan li herêma Cizîrê û seranserî Sûriyê daxuyaniyek weşand. ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku krîz gihiştiye asteke wisa ku welatî nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn dabîn bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê şeva borî 22ê Hezîranê di daxuyaniya xwe de diyar kir, herêma Cizîrê, tevî ku xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrol û çandiniyê ye, lê ji ber “rêveberiya xirab û nebûna plankirinê”, ev dewlemendî li şûna ku xizmeta xelkê bike, bûye sedema zêdebûna êş û azarên wan.

Bihabûna sotemeniyê û krîza elektrîkê

ENKSê destnîşan kir, biryarên li pey hev ên derbarê zêdekirina bihayê sotemeniyê de, bandoreke nerênî ya rasterast li ser lêçûnên veguhastinê, hilberîna çandiniyê û bihayê xwarinê kiriye. ENKSê her wiha amaje bi qutbûna elektrîkê kir û got: “Ev ne tenê krîzeke demkî ye, belkû encama siyasetên aborî ne ku barê giran xistiye ser milê karker, cotkar û kesên dahata wan kêm e.”

“Desthilatdarên defakto berpirsyar e”

ENKSê “desthilatdarên defakto” yên li herêmê û saziyên hikûmetê yên têkildar, wekî berpirsyarên sereke yên vê rewşê binav kirin û got: “Êdî hincetên li ser şert û mercên giştî ne qanehker in. Ji ber nebûna şefafiyetê û rêveberiya xirab a çavkaniyan, xelkê Cizîrê û Sûriyê ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.”

Daxwazên ENKSê:

ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwazên jêrîn rêz kirin:

– Divê zêdekirina bihayê sotemeniyê ya dawî were betalkirin.

– Ji bo parastina hêza kirînê ya welatiyan, divê rê li ber buhabûna kelûpelan were girtin.

– Çavkaniyên petrol û çandiniyê bi şefafî werin birêvebirin û ji bo xizmetguzariyên mîna av, elektrîk û binesaziyê werin xerckirin.

– Piştgirî ji bo sektorên çandinî û pîşesaziyê bê kirin, da ku aboriya herêmê careke din geş bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê piştrast kir ku ew li gel daxwazên rewa yên gel in û hişyarî da: “Ger guh neyê dayîn daxwazên welatiyan û krîz kûrtir bibe, ev yek dikare bibe sedema encamên civakî yên metirsîdar ku aramiya civakê têk bibe.”

ENKSê bang kir ku çareserî tenê bi rêya çaksaziyên rasteqîn, dadperwerî û parastina rûmeta welatiyan pêkan e.

Ev daxuyaniya ENKSê di demekê de tê, di çend rojên borî de bi sedan welatî li bajarê Qamişlo li dijî buhabûna bihayê sotemenî û kelûpelan, qutbûna elektrîkê û xirabûna rewşa jiyanê, nerazîbûna xwe nîşan dabûn. Welatiyan daxwaz kirin ku xizmetguzariyên bingehîn werin dabînkirin û bihayê xwarin û sotemeniyê were kêmkirin. 

Back to top button