FlaşPolîtîk

HDPê jî ji bo parêzbendiya Demirtaş rabe gotiye ERÊ

Wek tê zanîn hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş parlementerbû, wek hemû parlementeran parêzbendiya wî jî hebû. Lê dema ku Kemal Kiliçdaroglu serokê CHPê bû, pêşniyarek hate parlementoyê û daxwaz dihat kirin ku, parêzbendiya parlementerên ku di derbarê wan de sedema her cureyekî de doz hatî vekirin, bila parêzbendî rabe û ew parlementer bêne darizandin. Hingê CHPê jî deng da ku bila parêzbendî rabe. Ji xwe piştî vê yekê Demirtaş hate darizandin û kirin girtihgehê de.

Kiliçdaroglu da xûyakirn û got: Eger îro jî pêşniyarek bi vî awayî bê parlementoyê emê bêjin erê. Ez li biryara xwe ne poşmanim.

Li ser vê yekê gelek parlementerên DEMêbertek nîşanê daxûyaniya Kiliçdaroglu dan nîşandan.

Tülay Hatimoğulları, hevseroka Partiya DEMê, beşdarî weşana Halk TV bû, tekez kir ku ew li bendê ne ku Kiliçdaroglu li ser vê mijarê lêborînê bixwaze. Hatimoğulları got, “Min li Kiliçdaroglu temaşe kir. Em li bendê bûn ku ew bi eşkereyî lêborînê bixwaze,” û nîşan da ku ew li bendê ne ku poşmaniyekê nîşan bide.

Hatimoğulları her wiha destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê ve dihat zanîn ku ger parêzbendiya wan were rakirin, gelek siyasetmedar dê werin girtin û got, “Gotina ‘Min şaş dît, ez hatim xapandin’ fezîletek e. Ew hîn jî wê diparêze. Em vê yekê qebûl nakin. Mantîqa ku wê demê bû sedema girtina hevalên me, heman mantîqa ku îro jî wê betal û bêqîmet îlan dike ye.”

Lê eşkerebû ku di heman demê de endamên HDPê jî bi biryra berpirsên xwe yên di parlementoyê de wek Kiliçdaroglu û CHPê deng dane û gotine erê.

Ayhan Bilgen du dewra parlementeriya HDPê kiriye û berdevkê vê partiyê bû, herî dawî di listeya HDPê de bû şeradarê Qersê. Bilgen li ser medya civakî de daxûyaniyek belav kir û got: “Me hemûyan di vê yekê de dest hebû! Me tiştê rast kir. Ger dîsa biqewime, divê em dîsa bikin. Divê hemû parlamenterên ji hemû partiyan, bêyî ku li ser desthilatdariyê bin an jî li ser muxalefetê bin, heman tiştî bikin. Ji bilî parêzbendiya parlamenteran, divê tu kes îmtiyaza kirina sûcekî nebe. Niha, bi sûcdarkirina Kiliçdaroglu di operasyoneke lînçê de asê man rastiya dîrokî naguherîne.”

Di wê demê de berpirsên partiya HDPê jî deng dane û ew tişta îro rexne kirine wan bi xwe jî kiriye.

Ev jî Belgeha helwesta wane:

Back to top button