CivakFlaş

Li Ruhayê erhejek bi hêza 5.4 rûda..

Erdhej, ku li dora saet 10:40ê sibê çêbû, li parêzgehên wek Diyarbekir û Mêrdînê hate hîskirin. Burak Emek diyar kir ku kesên di dibistan û saziyên giştî de zû çûn deverên kombûnê yên diyarkirî, û heta niha tu raporên zirarê an jî îdîa nehatine wergirtin.

Prof. Dr. Osman Bektaş, di axaftina xwe ya li ser CNN Türkê de got:

“Li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê ev celeb erdhej normal e. Erdhejeke nerm wekî pêşengê erdhejeke mezin nayê hesibandin, lê piştî erdheja 6ê Sibatê ji ber veguhestina stresê di şikestinên herêmê de bandor bûye. Amed û Ruha jî di vê herêmê de ne. Em ji şikestina Bitlisê bi fikar in.”

Back to top button