
Pêlkurd, PSK, PWK, VEJÎN û çend kesên serbixwe (ku ew jî çend kesin û kîne, erk û berpirsiiyariyên wan, karê û xebatên wan çine, ez nizanin….

Bûbê Eser
Di tekoşîna gelê bindest de, çi dema yekitî û yekrêziya nava wan pêk bê, bi saya wê ew gel dighê armanc û daxwazên xwe. Heger li başûrê Kurdistan ne ew eniya Kurdistanî ku bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî hatibû damezrandinê ba, dibû ku îro em ne xwediyê xwe û vê destketina li başûrê Kurdistanê weke dewleteke Federe bana. Divê kurd vê baş bixwînin…
Lê hezar caran mixabin di dîroka kurdan de ew çanda yekitî û yekrêziya mala wan tune bû û tuneye. Ji ber vê ji roja kurd û Kurdistan di 1639an de di nava dewleta Osmanî û Farisan de bû du perçe û dû re bû çar perçe û heta niha ji bilî başûrê Kurdistanê mafê xwe ê rewa bi dest nexistine.
Sedem gelek in. Lê sedema herî mezin, perçebûn, ji hev belavbûn û hevdu neqebûlkirina kurdan bi xwe ye. Kurd, cîhan û dagirkerên me jî vê baş dizanin ku çi demê Kurd di bin sîwaneke neteweyî de yekitiya xwe pêk bînin wê bighêjin azadî û serxwebûna xwe.
Herkes vê dizanin û tê zanîn, gelo çima milatê kurd nikare yekitî û yekrêziya xwe pêk bîne? Li gor min li bakurê Kurdistanê kurd hê negihiştine wê astê ku berjewendiya gelê xwe di ser ya xwe û partiya xwe re bigire.
Bi zimanekî din, ji ber kurd nebûne neteweperest. Sedemeke din û asasî jî ew e ku piraniya kurdên bakurê Kurdistanê bi awakî îdeolojîk xwestine tekoşîna gelê xwe bidin. Lê ew jî li bejna kurdan nedihat. Loma ji roja perçebûne û heta niha li bakurê Kurdistanê kurd nebûne xwedî hêzeke yekgirtî û neteweyî.
Piştî damezrandina komara tirkî, ji aliyên kurdan ve gelek berxwedan û serîhildan li hember wê pêk hatin, lê ji ber ku ew jî di çerçewaya herêmî de man. Loma jî têkbirina wan ji bona tirkan hêsan bû. Loma jî hemî serîhildanên ji sala 1920 heta 1938 pêk hatibûn bi serneketin. Lê şer, pevçûn kar û xebatên kurdan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe ranewestiya ye û hê jî berdewam e.
Lê niha cihê kêfxweşiyê ye ku çend partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne weke: Pêlkurd, PSK, PWK, VEJÎN û çend kesên serbixwe (ku ew jî çend kesin û kîne, erk û berpirsiiyariyên wan, karê û xebatên wan çine, ez nizanin, ji ber ku li bakurê Kurdistanê 30 milyon kurd hene û ji wan ancax yek milyon rêxistinî bin, yên din hemî serbixwene) Kurdistanê hatine ba hev, civîn û konferansan li dardixin, endam û miletê xwe şiyar û agahdar dikin ku ji bilî yekitî û yekrêziya nava mala kurd tu çareyeke kurdan tune ye.
Lewra jî karekî baş û gavên delal diavêjin ku bi hevre û heta hê berfirehtir bibe, wê êşa gelê me ya bi sedan salane çareser bikin. Loma jî karên ku niha bi hevre dikin karekî pîroz e. Civîn û konferansên wan dikare pêşî li kesên bê moral û hêvîşkestandina gel veke.
Li gor min ev gaveke ewil e û destpêkek baş e. Lê ya girîng, hêdî hêdî civînên xwe ji nava çar dîwaran bikşînin û derbasî kolan û meydanan bibin da ku gel jî wan bibînin, bawer bikin ku ev gav dê ne ji bona berjewendiyên şexs û partiyan e.
Daxwaz û hêviya min ew e ku ev yekitî û hevgirtina van partiyên Kurdistanî ne ji bona hilbijartinên dê wê li tirkiyê û bakurê Kurdistanê be. Ev ji bona min tirsek û pirsek e. Bi hêviya ku van partiyên me nekevin vê şaşiyê. Ji ber ku me gelek şaşiyên weha dîtine.
Bi vê sedemê ez kar û xebatên van partiyana pîroz dikim. Hêvîdarim ku wê vê carê û ev gava pîroz bighêje armanc û qonaxa tê xwestinê.
Xetek serek û girîng jî ew e ku xeta nava xwe û ya pkk/DEMê eşkere bikin û bi zelalî rewşê ji gelê xwe re vekin ku arnanca wan pêşî li xeta Kemalîzmê û tirkbûnê girtin e. Heger vê bi zelalî vekin û xwe ji hevkarî û tevkariya bi pkk/DEMê dûr bigirin wê bi serkevin.
Lê divê ev jî bê zanîn ku hevkarî û yekitî ji bona kar e. Gelo van partiyên me ji bona bi hevre kar bikin, çi dane pêşiya xwe û dê bi hevre çi bikin. Di hilbijartina ku wê li bakurê Kurdistanê û tirkiyê pêk bê, wê xwediyên xwe û çi helwestê bin. Divê vê jî vekin da ku gel wan û helwestgirtina wan ji nêzîk de nas bikin.
Bi hêviya ku wan partiyên me bi hevre biryara hevkarî û bi hevre karkirinê dane bi serbikevin. Serketin ne hêsan e, lê ne bê îmkane jî. Loma ez dibêjim di vê tarî û şevreşa girtiya ser welatê me de ev weke findekê ye. Ji bona ew netemire û bêtir geş bibe divê em her yek ji aliyê xwe de jî ji vê re bibin alîkar…


