DosyaNivîsar

Di serê wî da Kurdistana Mezin heye

Nivîskar û rojnemevan Têmûrê Xelîl, bersiva pirsa Rojevakurd da û got:  Divê hemû partîyên başûrê Kurdistanê piştgirîya cenabê serok barzanî bikin. Ev dem demeke hesas e.Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin? Bersiv:Birayên delal,Ji bo ez bikaribim mezinaya Barzanî qîmet bikim, gerekê bi kêmanî wek yek ji dehê Barzanî bi aqil, zane, dûrbîn bim. Lê ezê gorî zanebûnên xwe hinek tiştan bêjim. Ne Mesud Barzanî tenê, malbeta Barzanîyan bi tevayî ewqas mezin e, ku berî gelek salan dema cihan em nas ne dikirin, berî navê Kurdistanê bibihîze, navê vê malbeta delal bihîstibû.Ev malbet, ku Mesud Barzanî yek jê ye, tu caran ji dijmin netirsîyaye û serê xwe ber wan netewandîye. Îro ji dijminan xirabtir neyar û xayînên di nav me da nin. Li her welatekî cihanê ji heq û hesabên neyar û xayînan dertên, şerê wan dikin, heta wana ji holê radikiin jî, lê Barzanî ewqas mezin e, dilê wî ewqas fire ye, ku dixweze û hewil dide wana aş bike, ji ber ku ew jî ji xwîna kal û bavan in.Merivên mezin karên mezin dikin û her tiştê di serê wan da heye, nabêjin. Tiştê ez zanim, di serê wî da Kurdistana Mezin heye û rojekê emê şîyar bin, wê ji me ra bêjin:-Tu li welatekî ketî xewê, li welatê Kurdistanê şîyar bûyî. Têmûrê Xelîl 

Back to top button