Îroj

55saliya Şoreşa Îlonê, roja wejîna hestên netewî

  Xaleta Rehmet: Barzaniyê Nemir bawerî bi xelkê hebû, xelkê jî piştevaniya wî kir Nêzîkî 10 salan heta sala 1975 ji gundê me av ji bo mala Barzanî û baregeha wan diçû, kanî li nav gund bû, kesek pasevaniyê li jêdera wê avê nedikir, Mala Barzaniyê Nemir her hemûyan ji wê avê vedixwar tu metirsiyeke wan nebû, ku wate eve nîşana bawerpêkirin û xwe cuda nekirina ji xelkê bû.Hemayîlxan jineke xweragir û navdar bû, li jiyana xwe da gelek eziyet û westabûnê dîtiye û her carê li cîh û navçeyek û gelek car jî li şikeftan da bûne, bo ku xelk eziyet nexwe û metirsiya bombebaranê li ser wan nebê, jiyana şikeftan hilbijard, min li şikeftê serdana wê kiriye û digot hez nakîn ji rûyê me xelk zehmetê bikêşê, me jî hest bi şermezariyê dikir ku ew li şikeft û em jî li xaniyan da bîn.Me her pirs û kêşeyek biriba cem Hemayîlxan ji bo me çareser dikir.Ji bo derbasbûna 50 sal li ser hilpêkirina şoreşa mezina Eylul (Bîranîna 50 saliya zêrîna şorişa mezina Eylûl), me bi pêwîstî zanî li zimanê şahidekî nav rûdawên wê şoreşa mezin, rewşa jiyana xelk û Pêşmerge û mala Barzaniyê Nemir li sayeya bombebarana firokeyên Iraqê bixîn rû. Li vê hevdîtinê de derdikevê ku mala Barzaniyê Nemir her carê li şikeftek bûye. Ji bo wê yekê me bi baş zanî hevdîtinek li gel birêz Rehmet Ehmed Resul bikîn, ku bi Hacî Pur(Xalet) Rehmet hatiye nasîn û li nêzîk ve agahdarî jiyana sadeya mala Barzaniyê Nemir bûye, ku çawa têkilî gundnişînan bûne. Me xwe ji bo vê hevdîtinê amadekir, lê belê paşê derket ku havînan ew ne li Hewlêre û diçê gundê xwe, ji bo wê yekê me jî roja 18-08-2011 rêya Hamîlton berev gundê Wesan ser bi nahiyeya Qesrê – qezaya Çomanê (Navçeya Balekayetî) çûn. Gund û tevahiya navçeyê hemû cihê bîranînê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeye. Li ber dergehê mala Pur Rehmet wekî yadîgarekî serdema şoreşa Eylul nîvê bombeyek hatiye danîn ku sala 1965 firokeyan li ser gundên wan da avêtiye û neteqiye. Li bin her berd û kevir darekî çîrokekî heye. Hê em li germiya guftûgo û axaftinê de bûyîn firokeyên Tirkiye bi asîmana navçeyê da difiriyan, eve bû 3 roj paşê jî li çiyayê Kurtek malbatek bi bombebarana firokeyê jiyana xwe wendakirin. Êdî ev hevdîtina me ya li gel vê xanimê, ku yekem care hevpeyvîneke rojnamevanî li gel wê dihête kirin, gelek tiştên nû jî ji bo me derxistin. Pur Rehmet gelek serhatiyên di derbarê têkilhevbûna mala Barzaniyê Nemir û xelkê li ceme ku li vê hevpeyvînê de jî ber bi çav dikevin. * Di destpêkê de derbarê hatina yekcarekî Barzaniyê Nemir bi mal ve ya Balekayetî, ku diyare piştî kongreya şeşê (1964) Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, biryar didin veguhezin navçeya Balekayetî, sala 1965 yekem car diçine gundê Wesan. Li vî derbarî de Pur Rehmet got:Diyarbû li navçeya Navdeşt ve kesekî wekî şarezayê rê heta digihin Wesan li gel wan hebû. Rê gelek dûr bû ji bo wê yekê westabûna wan diyarbû. Derbaskirina rêyên sext eger ji bo zarok, xort, zilam û jinan nexweş bê. Êdî divê ji bo zarokên li nav landik û mehtikê çawa bê. Ji bo wê yekê ku gihiştin gundê me, me jî pêşwaziya wan kir, diyarbû gelek westiyabûn. Gelek dem derbas nebû kurekî li nav landikekî li mala me koça dawî kir. Eve jî rûdawekî nexweş bû. Ji ber ku hê westabûna xwe ji ser xwe ne avêtibûn eve jî li ser wan de hat.* Di derbarê wê yekê ku qaşo hatina wan nebûye bargiranî û sedema bombebaran kirina gund, Pur Rehmet got:Nexêr ew bi tu awayekî bargiran nebûn, berî hatina wan jî firokeyan bombebaranê dikir û paşê jî heta dawiya şoreşê jî bombebaran berdewam bû. Carekî firoke bombekî mezin avêtiye nava gund ku ez nizanim jêre çi dibêjin. Lê belê xwedayê mezin dilovaniya xwe li ser me barand û neteqî. Cema’etek hatin derxistin birin û kirin du beş niha jî beşekî bombeyê li gunde û li pêş dergehê malêye. Paşê wan bernameyeke gelek rêk û pêk li mîhvandarî kirin û bi rêkirinê hebû, ew hemû xelkê ku mîhvan dibûn û îş û karê wanê şoreşê hebû. Wate ji çi bo bargiran bûn? Ewê ku ji aliyê me ve gelek nexweş bû ewe bû, ku piştî demekî gotin emê ji gund dûr bikevîn. Ji ber ku gelek qelebalix bûye û hez nakîn bi wê sedemê jî hûn xelkê gund eziyetê bixwin û bêne bombebaran kirin. Bihar bû ji gund derketin çûn cîheke dûrî li avadanî ku jêre dibêjin (Şîwê Zêwey). Min jî li wir serdana wan kir û çûme wê cihê, bo ku teklîf li Hemayîlxanê bikim li wê çolê nemînin û vegerin li nav gund. Piştî xwarina li binê darekî, li xizmeta Hemayîlxan hezar rehmetî lêbê çûne ser kaniyeke nêzîk bo ku mêj bikin û li rêda got mala me li vê şikeftê daye. Min jî zêdetir xembar û nîgeran bûm û min ji xwe dipirsî gelo çawa dibê ev mala mezin li vir bijîn. Ne xaniye û ne cihê rûniştin û bîhnvedanê hebû. Min hest bi şermezariyê kir, ji bo wê yekê wê zêdetir wiha li min kir ku ez ji Hemayîlxana rehmetî daxwaz bikim ku vegerin nav gund û em jî li xizmeta wan da bîn. Wê dema ku ew li wir bûn min du caran serdana wan kir.* Di derbarê wê yekê ku piştî mayina wan li gundê Wesan û dûrî gund û li wan şikeft û çiyayan wan çi kir û berev kû ve çûn? li bersîvê de got:Piştî wê demê wan biryar dan cîhek bibînin bo ku xanî çêbikin. Eve bû çend cîhek dest nîşan kirin, paşê li dawiya biharê çûne Hacî Omeran û careke din vegeriyan. Li payîzê jî biryarê dan li gundê Dîlman xanî dirûst bikin ku gelek ji gundê me ne dûre.* Di derbarê pêwendiya we li gel mala Barzanî piştî çûyîna wan ya ji gundê Wesan gelo pêwendiya we bi dawî hat yan ma an jî gihîşt kû? Pur Rehmet got:Rêz û hûrmeteke mezin li me digirt û pêwendiya me her hebû heta şoreş têkçû. Min bi berdewamî serdana Dîlman û Hacî Omeran dikir û diçûme xizmeta Hemayîlxan. Wan jî serdana me dikirin bi tenê Barzaniyê Nemir gelek car xorakekî mezin dişand bo ku li gund mewluda Pêxember bê xwendin û êvariyek hemû xelk li ser banan komdibûn û beşdarî wê mewlud xwendinê dikirin. Her pirs û kêşeyek neku her yê me, belku her kesek bûya biriba cem Hemayîlxan wê pirsê çareser dikir.* Li dirêjiya wê hevpeyvînê de me behsa landikek kir ku li cem mala Pur Rehmet ve bîranîneke bi nirxe û ji bo wan bereket bûye. Me jî ji wan pirsî gelo ew serhatiya we çiye? hûn dikarin ji bo me behs bikin, wê jî dilê me neşikand û wiha bersîvand:Mêrê min, berî min sê jin anîbû bo ku zarokên wî hebin. ji wan sê jinan bi tenê du keça xwe hebûn. Min jî tenê kurek û keçekî heye, zilamê min zû emrê xwedê kir. Her du zarokên min jî wê demê gelek biçûk bûn û bavê wan nayê bîra wan. Ji bo wê yekê me zû jin ji bo kurê xwe anî ku navê wî (Mistefa) ye. Êdî rêkeft wiha bû ku mala Barzaniyê Nemir hatin gund, xwedayê mezin zarokekî kur û bi me bexşî. Hemayîlxan rehmeta xwedê lêbê bi vê sedemê serdana min kir û landikekî ya mala xwe jî diyarî da me. Ji ber ku li wê eziyet û westabûna ku dîtibûn ku heta gihîştin cem me zarokeke li nav landikê de li Wesan ji dest dabû, Êdî ew landik bi nesîbê mebû. Hemayîlxan gote min: (Ev landik ku yê malê Şêxane bi we dibexşim ji xwedayê mezin hêvî dikim ku xêr jê bibînin û bi hêviya xwedê ji bo we dibê xêr û bereket). Em jî gelek pê xweşhal bûyîn, me xêrê ji wê landikê dîtiye, ji bo wê yekê heta niha jî me helgirtiye her çiqas du perçe jê vebûye, lê belê me her higirtiye, ji ber ku hemû zarokên me li wê landikê da mezin bûne. Ne ku her eve belku zarokên neviyên min jî destpêkê de li vê landikê de bi xew dikin. Her çende niha nayên bikaranîn, lê belê ji ber ku diyariya malekî mezine û ji aliyê Hemayîlxan ve bi me hatiye diyarîkirin û têda ji bo me xêr hebûye, em her hildigrîn.* Li dirêjiya axaftinê de serdema şoreş û bawerpêkirina Barzaniyê Nemir bi xelkê gund û bi serhatên wê demê de got:Birastî bi tu awayek tu gumana me ji wê yekê nebû, em gelek jê razî bûyîn, rojek jî me hest bi wê yekê nekir ku wiha pîşan bidin bi me bawer nekin. Wan bawerî bi hemû xelkê Balekayetî hebû xelk jî piştevaniyê li wan dikir. Ez herdem li cem Hemayîlxanê bûm, rojekî Serok Mesûd Barzanî ku li îş û karê şoreşê li navçeyekî din vegeriya nexweş ket û bi tundî tesemumî kiribû, em hemû gelek nîgeran bûyîn, guman û metirsiya wê yekê dihate kirin ku xwedê neke wî jehrdedayî kiribin. Her çende pizîşkê wan jî hebû, lê belê min cure giyayekî zozanan ji bo Hemayîlxanê bir û gelek bawerî bi min kir û ji min wergirt, ku me wekî ezmûn ji bo van cure nexweşiyan bikardianî. Her wiha her li sala 1965 ve ku biryarê dan xanî ji bo mal û baregehên xwe li gundê Dîlman nêzîkî gundê me dirûst kirin. Heta sala 1975 li gundê Wesan ve av ji bo mala Barzanî û baregeha wan diçû. Kaniyeke li nav gund bû, bêyî ku kesek pasevaniyê wê ser çava aviyê bike, ku çi mala Barzaniyê Nemir ku her hemûyan ji wê avê vedixwar tu metirsiyeke wan nebû. Wate eve nîşaneya bawerpêkirin û xwe cûdanekirinê bû ji xelk.* Paşê axaftin hate ser behsa wê yekê ku li van salên dawî da wê serdana birêz Serokê Kurdistan û paşê jî serdana xwedê jêrazî Hemayîlxanê kiriye û got:Çend salek berê (Yek ji neviyên wê got sala 2005 bû) me hemûyan min û Hacî Mistefayê kurê min û neviyên min çûyîn serdana Serok Barzanî. Cenabê Serok gote min ez ku ji te re dibêjim Pur ne bi wê wateyê ye ku birastî wekî Purê xwe ez hesaba te dikim. Diyarbû Serok Barzanî gelek şarezayê navçeya me bû behsa hemû rûdaw û wan cîhan ji bo me kir ku dema xwe bi firokeyên Iraqê bombebaran kiribûn. Berî heyvek piştî wê serdanê bi xizmeta Hemayîlxan gihîştim û gelek rêz û hûrmeta me girt. Me behsa serdema şoreş û wan deman dikir ku li gundê Wesan bûn. Bi vê yekê jî bi bîranîneke wê serdemê perçeyeke qumaş wekî diyarî pêşkêşî min kir. Niha du bîranînên Hemayîlxanê li cem min hatine parastin yek ew landike ku dema xwe (1965) dîyariya me kiribû û duyem jî ew qumaş bû ku li piştî serdana min diyarî da min. Hemayîlxan jineke xweragir û nevdar bû. Li jiyana xwe da gelek eziyet û westabûnê dîtiye û her carê li cîhek û navçeyek û gelek car jî li şikeftan de bûne. Bo ku xelk eziyet nexwe û metirsiya bombebaranê li ser wan nebê jiyana şikeftê hilbijard. Min li şikeftê serdana Hemayîlxan kiriye û digot hez nakîn ji rûyê me xelk zehmet bikêşê. Eve li demek bûye me hest bi şermezariyê dikir ku ew li şikeftan û em jî li xaniyan de bîn. Mixabin ku li vê dawiyê nexweş bû min xwest serdana wê bikim. Lê belê diyar bu çareserî li derve bû, xwedê nesîba min nekir carekî din bi xizmeta wê bigihim. Daxwaz ji xwedayê mezin dikim cihê wê bihûşta fireh bê. Têbînî: Ev babete li rojnameya Xebat hejmara (3865) li 06/09/2011 de hatiye belavkirin.Hevpeyvîn: Sefer Yusif Mîrxan JajokîWergera ji Soranî: Mîrhac Mistefa

 

Back to top button