Nivîsar

Dewlemendiya Kurdan û biratiya Tirkan

Nivîskarê Tirk Oral Çalişlar bi serdêra Ji Konferansa Kurd berev Kurdistana Mezin nivîseke balkêş nivîsiye. Çalişlar nivîsa xwe ya dawî de balê dikşîne li ser maf û azadiyên Kurdan û her wiha di dawiya nivîsa xwe de jî bi awayeke eşkere behsa Nefta Kurd û Enerjiya Nû ya Kurd dike û dibêje: Eger baş agahdarî vê enerjiyê bibîn çima biratiya Kurd û Tirk pêk neynin.

Çalişlar dibêje: Berî niha 16 salan li bajarê Melbourne ya Avustralya beşdarî bernameyeke televizyonê bûm û rastî pirseke hatim ku min nezanî bersîva çawa bidim:  “Gelo neteweyeke dinê ji bilî gelê Kurd heye ku dewleta wan tûnebe û li ser axa xwe ya hevpar bijîn û hejmara wan jî ji 20 milyonan zêdetir be? Ev pirs bi salan ji hiş û ramana min derneket. Konferansa Kurdî ya ku vê heyvê bicive, dê rewşa dîroka nû ya Kurdan destnîşan bike. Nûnerên cûda cûda yên vî gelî ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn welatê wan bûye çar perçe, eve yekemîn care ku wiha bi awayeke berfireh û bi beşdariyeke berfireh pêkve kombibin.

Her wiha berdewamiya nivîsa xwe de behsa êş û azarên ku gelê Kurd ji destê wê sîstem û desthilata ku nasnekirina gelê Kurd kiriye dike û her wiha behsa siyaseta Tirkiyê li Rojavaya Kurdistanê dike û di dawiya nivîsa xwe de jî wiha dibêje: Li pêşerojê de rastiyek heye ku ew gelên demeke dirêj pevçûne û şer kirine, hevpeymaniya wan jî dibe rastîn û bi berdewam… Nikarîn bibîn dîlê helwestên neteweyiyên opozisyon rikeberan, eger UZE Û ENERJIYA NÛ YA KURD bê fahmkirin û têgihiştin dikare pêkvejiyaneke nû ya dewlemend jî ava bike. Hevpeymaniyeke mezina Kurd û Tirkan, ji bo rojhilata navîn dikare bibe modeleke balkişandiya pêkvejiyan, pêkhatin û aştiyê.

Bi mixabinî eve jî wiha dide nîşandan ku biratiya Tirk û Kurd an ku pêkve jiyana Kurd û Tirk çêbibe jî ne ji bo wekî mirov hevdû qebulkirinê dê çêbibe belku dê li ser dewlemendiya Kurdan û UZE Û ENERJIYA NÛ ya welatê Kurdan û hêza dewleta Tirkan çêbibe.

Back to top button