Cîhan

Ruhanî, Nêçîrvan Barzanî dawetî Îranê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî vexwendine rêwresmên sondxwarina Hesen Ruhanî Serokê nû yê Komara Îslamiya Îranê.

Ji bo beşdarîkirina li merasîma sondxwarina Hesenê Ruhanî Serokê nû yê hilbijartiyê nû yê Îranê, biryare Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tehrana paytexta wî welatî bike.

Barzanî bi awayeke fermî ji aliyê desthilatdarên Tehranê ve hatiye vexwendin û biryare hejmarek ji berpirsên bilindê dinê welatên navçeyê bi heman awayî beşdarî rêwresmê bikin.

Hêjayî gotinêye ku Hesenê Ruhanî berbijêr û namzetê reform xwazan bû û heftemîn Serokê hilbijartiyê Komara Îslamiya Îrane.

Back to top button