Nivîsar

Demana serkeftinê rêbaza Barzaniye

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ji berî niha 74 salan ji aliyê serokê netewî Barzaniyê nemir ve hate damezirandin.Bê guman PDKê di serokatiya Barzaniyê nemir de dîroka siyasî ya kar û xebata kurdewariyê ji bo doza azadiya gelên Kurdistanê rêvebir. Barzaniyê nemir kiryar û kar û xebata xwe rêbazek afirand. Her demî PDK rêbaza Barzanî ji xwe re kir peyrevek û siyaseta xwe li gora qonaxên cuda û guhertinên li herêmê û cihanê de pêkdihatin rêvebir.

Di dîroka siyasî ya PDKê û Barzanî bû bingehê dîroka berxwedan û destxitiyên mafên netewî yên miletê Kurd. Di serokatiya Barzaniyê nemir de 11ê Îlona 1961ê de şoreşa azadiyê destpêkir û encama şerek dijwar û xebatek siyasî ya navdewletî sala 1970ê 11ê Adarê peymana otonomiyê di navbera PDKê û BAASê de hate îmzekirin. Ev yek destkeftiyek dîrokî bû ji bo nasandin û serkeftina xebata miletekî.

Mixabin Iraq peymana otonomiyê sala 1974ê de têkbir û cardin Kurd mecbûr man berê xwe dan çiya û li himber dagirkeriya Iraqê dest şer kirin. Lê piştî salekî cîhan hemû li Kurda bû yek û ji bo têkbirina şoreşê, herdu welatên ku cîhan bi rêve dibiran, Sovyet û DYA li hevkirin û her çar dewletên herêmê yên dagirker bûn yek û şoreşa Azadiyê bi komployek navdewletî û herêmî têkbirin.

Lê PDKê di demek kurt de sala 1976ê 26ê Gulanê cardin xwe da serhev û dest şerê çekdarî kir û ev yek heta raperina sala1991ê berdewam bû.

Bê guman dîroka PDK gelek dirêje û cihê nirxandinên zanistî û kûr e. Lê piştî sala 1991ê pêvajoyek nû ji bo PDK û ji bo kurda û Kurdistanê destpêkir. Kurd hêdî bibûn xwedî statuyekî, parlemento ya Kurdistanê hate avakirin di dîroka siyasî ya Kurdistanê de cara yekem sala 1992ê hilbijartin pêkhat û parlementoya Kurdistanê dest xebata xwe kir. Ev pêvajo heta wek îro li gel hinek kêmasiyan û destxistinan jî bi awayekî berdewam e.

Hinek bûyer û kiryar hene ku, gerek bi awayek rasteqênî bêne nirxandin. Li vê derê ez dixwazin behtir behsa pêwendiyên PDK û aliyên siyasî li Kurdistana Bakur bikim. Bê guman pewendiyên PDKê li gel aliyên siyasî li Kurdistana Bakur pêvajoyek taybete û xwediyê nirxên bilind e.
Li gora baweriya min û taybetî, pêwendiya PDKê û PKKê di destpêkê de heta wek îro gerek bi kûrahî bê nirxandin. Dema sala 1983ê PDK li gel PKKê peyman îmze kir, ev yek bû sedemek mezin PKKê karî xwe li herêmên sinorê bakur û başûrê Kurdistanê bi hêz bike. Yanî bi awayek din û vekirî eger ne ji PDKê bûya tu carî PKKê nikariya li bakurê Kurdistanê dest şerek çekdarî bike. PDKê bi baweriya ku PKK tevgerek Kurdistaniye ev peyman îmze kir. Lê PKKê ev yek wek tektîkek siyasî dît û feydeyek mezin ji vê peymanê dît û heta radeyekî hêzbûna PKKê bû sedemek ku nehişt aliyên din ên siyasî li bakurê Kurdistanê bi hêz bibin.

Mixabin PDKê bi vê peymana li gel PKKê îmze kirî bû sedem ku ew hêza ku îro dijminiya hemû destkeftiyên Kurdistanê dikin û li dijê projeya serxwebûnê şerê PDKê û aliyên din yên Kurdistanê dike derket holê û hêz bû. Dizanim niha dê bê gotin ku tawanê aliyên din yên siyasî li bakurê Kurdistanê bi hizbûna PKKê de heye û heta belkî helwesta hinek aliyan bibe sedem ku PDKê peyman li gel PKKê îmze kir. Raste behreka rastîyê di vê dîtinê de jî heye ,lê ev babetek e ku divê baş bê nirxandin û mercên wê demê baş bêne şirove kirin.

Di vê qonaxa nû de jî, pewendiyên PDKê li gel aliyên bakurê Kurdistanê ne serkeftîbûn. Bê guman gelek sedemên vê yekê hene. Lê di vê nivîsê de naxwezim bikevim di nava kûrahiya vê pirsê de.
Herweha dixwazim bêjim ku, demana serkeftina PDKê di hemû warî de, rêbaza Barzaniye. Heta ku PDK li ser vê rêbaza pîroz bi zanebûn rêve herê zû bi zû rasta çewtiyan nayê. Lê her dema PDK vê rêbazê bide aliyekî û tenê wek şîarekî bi karbîne, dê rastî xeletiyan werê. Di qonaxek taybet de gelek kes di nava PKKê de gelek guh nedan rêbaza Barzanî û ew tujî xeletiyên mezin bûn. Teybetmendiyak a rêbaza Barzanî ewe ku, her demî û di hemû mercekî de berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bê girtin û di hemû pêwendiyan de bingeh berjewendiyên netewî bin. Mixabin ewên ku rêbaza Barzanî bi karneanîn berjewendiyên xwe dan pêş.Ev yek jî bû sedemek mezin ku xelk gazinda ji PDKê bikin.

Kurtahî dixwazim bêjim ku 74 saliya damezirandina PDKê de, gerek dîroka siyasî ya vê partiyê ji aliyê reveberên Partiyê ve berçavre bê derbas kirin. Gerek rêbaza Barzanî bê têgihandin û li gora wê jî nivşên nû bêne perwedekirin.

Pêwiste ku 74 saliya xwe de PDK, xwe berçavre derbas bike û li gora wê jî gavên nûjen bavêje. Projeya herî pîroz a ku PDK pêşkêşiya wê dike projeya serxwebûna Kurdistanê ye. Bê guman heta ku mirov bigihê vê armancê gerek gelek astengên mezin derbas bike. Lê PDKê di dîroka xwe de gelek tiştên bê imkan destve aniye û îro jî ew hêza PDKê û serok Barzanî heye ku bigihê armanca nihayî ya ku gelek kurd wek xwewnekî dibîne. Hêvî ew ku PDK vê xewna Kurda bike rastiyek.

Demana serkftinê rebaza Barzaniye…..

16.8.2020

Dara Bilek

Back to top button