Îro 74 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ye

Îro 74 sal li ser damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê derbas dibe, berpirs û kadirên PDK wê rojê bi bîr tînin, lê belê ji ber Korona ev salvegera îsal cûdaye û tu rêwresmeke cemawerî saz nakrin.

Bi helkefta salvegera damezrandina PDK Mesrur Barzanî li peyamek da dibêje: “Damezrandina PDK wekî mezintirîn û serdemiyanetirîn partiya demokrat û cemawerî, li berfirehtirîn cografya li seranserê Kurdistanê ye û damezrandina wê çerxeke li xebata rizgarîxwaziya gelê me da ku hemû azadîxwazeke li bin sêwan û rêberiya bavê me yê neteweyî Barzaniyê Nemir de me komkiriye û ruhê berevanîkirin û berxwedanê li dilê hemû niştimanperwerek da zîndî kiriye”.

Partî li 74 saliya temena xwe de dixwaze bi alîgirên xwe re bibêje, em berdewamîn pêşve anîna ciwanan û xwîna germ û kadirên kevin jî ji bîr nakîn. Eve nêrîna neguherî ya PDK ye ye.

Nerîna min :