Nivîsar

Daxûyaniya karwanê derewan:TEV-DEM!

Êvarê 5ê Îlona 2022yan di demjimêr 20:10 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a nenas, mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kire armanc.

Dije Terora Kurdistanê daxûyakirin ku, mefrezeya çekdarên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca firokeyeke bêfirokevan.

Dezgehên Ewlehiya Kurdistanê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Di vê bûyerê de du  çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Di derbarê bûyerê de gundiyên deverê û yên nêzikî cihê bûyerê bi telefonên xwe video kişandine û di derbarê bûyerê de agahdarî dana medya başûrê Kurdistanê.Bûyer eve.

Wek tê zanîn eve demeke dronên Tirkiye berpirsên PKKê li cihên cuda yên başûrê Kurdistanê û taybetî li herêma Silêmanî,Şingal û Mexmurê bi rêya Dronan dikin armanc. Heta niha di van êrîşên dewleta Tirk de gelek berpirsên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Herweha heman tişt rojane li rojaveyê Kurdistanê nawendên di bin desthilatiya PKKê de rû didin.

Her carê medya PKKê di van bûyeran de PDKê tawanbar dikin û dezenfarmasyona wek her bûyerê de di derbarê kuştina hevalên xwe de belav dikin.

Êrîşên Tirkiye yên van deveran de du xal gelek girîngin.

Yekem di nava PKKê de xelkek agahdariya dide dewleta Tirk û dezgehên wê yên îstixbaratê û cihê hevalên xwe didin kifşkirin û wan didin kuştin. Li rojava û başûrê Kurdistanê cihên ku endam û çekdarên PKKê dibin armanca êrîşên Tirkiye bi temamî di bin desthilata PKKê de ye,ji bilî hin kesên di nava PKKê de koardinatora bide dewleta Tirk ne mimkine yek êrîş pêkwerê û serbikeve.

Duyem siyaseteka kevnare ya PKKê heye ku, gelek cara hevalên xwe bi destê xwe dikujin û dibêjin bi destê dewletê yan jî bi awayek din hatine kuştin.

Dezgehê PKKê li rojavayê Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê di derbarê êrîşa li Xelifanê daxûyaniyek belav kir û di daxûyaniya xwe de PDKê tawanbar dike.

TEV-DEM rêxistina xulamê xulama di daxûyaniya xwe de dibêje: “Wekî ku dihat texmînkirin, hêzên PDK’ê li kêleka artêşa Tirk a dagirker êrişî gerîlayan kir. PDK bi awayekî eşkere û rasterast û bi hemû îmkanên madî û manewî destekê dide artêşa Tirk a dagirker. Torên ajanan bi rêxistin dike da ku derbasbûna sewqiyatên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hêsan bike û alîkarî û kanalên peywendiyê di navbera komên gerîlayan de qut bike…”

PKK bi xwe jî dizane ku, tu mantiq di van gotinên wan de tuneye. Lê ew bi derewan dixwazin PDKê tawanbar bikin. Gelek cara hatiye gotin:”Ev e 40 salin we li bakurê Kurdistanê gundek azad nekiriye,lê hun li başûrê Kurdistanê wek sîxûrên Îranê tevdigerin û di bin fermana Heşda Şeibî de zerera herî mezin mezin didin Tevgera Azadixwaza Kurdistanê li başûr û hun rê nadin ku herêmên di bin destê hukumeta Bexdayê tevlî Kurdistanê bibin. Eger rastî şerek we li dijî dewleta Tirk heye kerembikin  herin bakurê Kurdistanê şerê xwe bikin.

Na eger hun wek destê dagirgera hewlbidin destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê bêxin di bin xeteriyê de, hingê rewş tê guhertin.

Heta ev rastiya PKKê ji aliyê hemû partî û rêxistinên Kurdistanê ve neyê dîtin û aliyên Kurdistanî li himber van kiryar û derewên PKKê nebin xwedî helwest dê her PKK vê siyaseta qirêj berdewam bike. Bê dengî tê wateya pîşgiriya kiryarên PKKê.

6.9.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button