Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê kir


Li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maxim Robin Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê nêrîn û raman hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê jî hate kirin û tekez li ser pêşxistina têkeliyên dualî bi taybetî di warê aborî û xwendina bilind de hate kirin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulusê nû yê Rûsyayê di erkê xwe de xwest.

Back to top button