Daxûyaniya Ajansa Parastin a Kurdistanê
Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de daxwaz kirîye pirosesa hilbijartinan di rewşeke aram û tenahî de bihêt sazkirin. Ajansa parastina asyişa herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku ji bo encamdana hilbijartinan di rewşeke aram de karên pêdivî hatine encamdan. Ev deqa ragihandina Ajansa parastina herêma kurdistanê ye :
Di van rojan de ku coşa hilbijartinan hemû alîyên herêma Kurdistanê girtîye , Ajansa parastina asayişa herêma Kurdistanê bi rêya hêzên asayişa herêmê û bi alîkarîya wezareta navxweya hukûmeta herêma Kurdistanê , ji bo birêveçûna pirosesa piropagandayên hilbijartinan û piştre pirosesa dengdanê li 7. 3. 2010 di rewşeke aram û tenahîyê de karên pêdivî kirîye. Her di vê pirosesê de , em daxwaz ji hevwelatîyên Kurdistanê dikin wek hemû carên berê alîkarîya hêzên asayişa herêma Kurdistanê bikin da ku hêzêm asayişa herêma Kurdistanê bikarin bi şêweyekî baş rewşa tenahîya herêmê biparêzin. Em daxwaz ji hemû alîyên beşdarbûyên hilbijartinan dikin ku di çarçêweya bernameya komisîyona bilinda hilbijartinan de û herwisa dûr ji diristkirina girjî û alozîyan li ser caddeyan , çalakîyên xwe encam bidin û alîkarîya hêzên asayişa herêmê bikin da ku pirosesa hilbijartinan bê arêşe bihêt saz dan. Hêvîya me serkevtina pirosesa hilbijartinan di rewşeke azad û aram û demokratîk de ye , bi avayek ku serfirazîya gelê me be.