Îran û Huzbullah amade ne ji şer re!
Roja sêşemê 15/2 serokê Îranê di kongrekî rojnemevanî de got ko Israyîl kara şer dike, û mumkin e di bihara bê yan havînî de şer dest pê bike, lê hêzên berxwedanê û dewletên herêmê wê Israyîl biperçiqînin û ji holê rakin. Herweha diyar kir ko ewê meyandina Uranyom dewam bikin ta ko bigihine lihevhatinekê bi hêzên navnetewî re..
Ji alîkî dî di eynî rojê de serokê Huzbullah Hesen Nesrellah got ko ewê li dijî êrîşên Israyîl li ser infrastruktura (rê, balefirgeh, fabrîqe, kehreba û hwd ..) Lubnanê, bersiveke dijwar bidin û ew jî dê li infrastruktura Israyîl bixin û dengê xwe gihande Israyîl û got :
”Eger hun li balefirgeha Herîrî li Beyrûtê bidin, em ê li balefirgeha Bin Goryon li Til Ebîbê bixin”
Û diyar kir ko ew û partiya wî amade nej i şerê bê re ko ev demeke Israyîl gefan li Lubnan dike û dibêje ko di şerekî bê de, wê jiyanê li Lubnan felc bikin..
Tê zanîn ko ev demeke dirêj e ko pirsa bomba atomê ya Îranî di rojeva hêzên navnetewî û Israyîl û dewletên herêmê de ye, û wa diyar e ko Îran her kesî dixapîne..