Dadwerî: Kemalist rabûn ser piya
Li Tirkiye erdhejik mezin di nav dadweriyê de çêdibe. Beşek ji daweriyê li gora daxwaziyên leşkeran xebatê dikin û vê xebata xwe bi navê parastina kemalizmê û cumhuriyetê dikin. Wek tê zanîn dozerê Erzorumê yê bi xwediyê selahiyetê taybet, bi tuhmeta tawanbariya endametiya rêxistina Ergenekonê, dozgerê Erzîncanê binçav kir, lêgerîn mal û cihê karê wî çêkirin û piştî hinek delîl destxistin ew rêkirin dadgeha Erzorumê. Dadgehê jî bawerî delîlên dozgerê xwedî selahiyetên taybet anî û dozgerê Erzîncanê girtn û rêkirin girtîgehê.
Îro Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgera civînek awarta li ser vê rewşê kir, piştî gengeşeyên dirêj bi piraniya dengan biryar da ku, selahiyetên dozgerê Erzorumê yên taybet jê bêne standin û di derbarê wî de lêpirsîn bête kirin. Hukumetê û AK-Partiyê ev biryar şermezar kirin. Li gora hinek rojnemevan daxuyaniyan didin televiyona dêbêjin ku; Leşker naxwazin general û yên bi wan ve girêdayî di dadgehan de wek tawanbar bêne mehkeme kirin. Ji bo vê jî bandorê li ser hinek Dadwer û Dozgeran dikin.
Lê gelek vekirî dixweyê ku şerêk gelek bi xort di nav dezgehên dewletê û di nav beşek mezin yê civakê de heye. Ev şer şerê guhertina hinek tiştan di sistema dewletê de ye. Lê di serî de leşker , dadwerî û beşek burokrasiyê, ji bu statukoya heyî bê parastin berxwe didin. Di serê berxwedanê, CHP, MHP û hemî statuku parêz dikşînin.