Dadgehê dozgerê Erzincanê rêkir zîndanê

Di dîroka siyasî û dadweriya Tirkiye de bûyerek balkêş û cara yekem çêbû. Dozgerek xwedî selahiyetên taybet , li Erzîncanê ser serdozgerê Erzîncanê de girt , cihê karê wî û mala wî de lêgerîn çêkir û dozgerê Erzîncanê İlhan Cihaner binçav kir. Herweha dozerê Erzîncanê bi doza Ergenekonê ve girêdayî hatiye binçavkirin û bi têkiliyên li gel rêxistina terrorist ya Ergenekonê tê tawanbarkirin.

Li Erzorumê lêpirsînek dirêj li gel dozgerê Erzîncanê İlhan Cihaner hate kirin û di gelek waren de êfada wî  hate girtin. Di encam de dozgerê Erzorumê, İlhan Cihaner bi daxwaziya girtinê rêkir dadgehê. Dadgehê li gora daxwaziya dozgerê taybet , İlhan Cihaner tawanbar dît û biryara girtina wî da û rêkirin girtigehê.

Nerîna min :