BDP-ê Hatip Dicle tekzîp kir
Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku, derbarê hatina endamên PKK-ê , ji Xabûrê wan tu daxwaz ji hukumetê nekiriye û hikûmetê jî tu soz nedane wan. Demirtaş, di guruba partiya xwe ya parlementoyê de axifî û di axaftina xwe de behsa îdiayên ku Hatip Dicle kirin jî kir û di vê derbarê de got: Dema 34 kesên endamên PKK-ê hatîn xabûr û derbas bûyîn, ji bo serbestberdana wan tu daxwaziyên partiya me ji hukumetê çênebûye û hukumetê ji di vî warî de tu soz nedane me. Ew pirsak ku, Wezîrên Karên Navxweyî Beşir Atalay ji serokê DTP a girtî Ahmet Türk re gotiye “dozger hatin serwextkirin, dûrê rastiyê ye.
Bi vî awayî Demîrtaş gotinen Hatip Dicle tekzîb kirin. Herweha serokê DTP a hatî girtin Ahmet Turk jî bi daxûyaniyek bi nivîsandin belav kir û di vê daxûyaniyê de gotinên Hatip Dicle tekzîp dike û ne rastiya wan gotinan ji bo raya giştî radigihîne.
Wek tê zanîn CHP-ê, li ser gotinên Hatip Dicle doza devjê berdana kar ji wezîrê navxwe kiriye û dê vê pirsê bibe parlementoyê.