Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Iraq kir

       
16/02/2010

Îro sêşem 16/02/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Murad Ozçelîk Balyozê Tirkiye li Iraq kir.

Li hevdîtinê de bi giştî guftûgo di der barê wan meseleyên cihê girîngê her du aliyan hate kirin û di der barê pêşxistina siyasî û astengên wê bîr û ra danûstandin kirin.

Her wiha gûftugo di der barê çawayiya xurtkirin û pêşxistina pêwendiyên du qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye li sercem astan de hate kirin ku bi awayekî li berjewendiya bilinda her du aliyan desteber bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: