Polîtîk

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye pêşwazî şanda Hak-par-ê kir

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc, pêşwaziya serokê Hak-Par û şanda pêre kir. Di vî warî de Hak-Par-ê daxûyaniyek ji bo raya giştî belav kir. Ev daxuyaniya  Hak-Parê ye :

Serokê me yê Giştî Bayram Bozyel, ligel Cîgirên Serokê Gışti Fehmi Demir û Celal Yildiz, bi Cîgirê Serokwezîr Bilent Arinç re, dı konaxa wî de hevdîtinek çêkir.
Hevdîtin di 16.02.2010 seet 15.15 de cîhbicîh hat.
Di hevdîtinê de Seroke me ye Giştî Bayram Bozyel bi giştî li ser pirsa Kurd, taybetî jî li ser pêvajoya nu sekinî û ji bo pêştebirina pêvajoya nu dîtinên xwe anî ziman. Bozyel di axaftına xwe da bi taybetî li ser gringiya perwerdeya bi zımanê Kurdî sekinî û balkişand ku perwerde bi zimane zikmakî, wê  lı çareseriya pirsa Kurd tesîrek mezin bike.

Cîgirê Serokwezîr Bilent Arinç, bi hevdîtınê kêyfxweşiya xwe anî ziman û dîtin û bibiryarbûna partiya xwe ya derbarê pevajoyê dubare kir. Arinç, herweha behsa astengî û aloziyên ku ew rubiru ne kır û jı bo vê jî doza pıştgiriyê jı cıvatê, bi taybeti jî ji Kurdan kir.
Cîgirê Serokwezîr got, ‘em dixwazin bi partiyên derê parlamentoyê re jî di nav diyalogê de bin.’
Hevdîtin  bi qasî nîv seet dom kir û di atmosferek berhemdar û germ da bi dawî bû.

Back to top button