Du generalên tawanbar êfade dan dozgerek sivîl

Du generalên hêzên Deryayî, 7 seetan li ser daxwaziya dozgerê sivîl êfade dan. Di çerçova teşebûs kirina înkilabêk leşkerî de hinek berpirsên planên ku ji bo pêkanîna înkilabek leşkerî tesbît dibin û di derbarê wan de lêpirsîn tên kirin. Di çerçova vê lêpirsînê de, dozgerên sivîl banî wan dikin û êfadeya wan wek kesên tawanbar digirin. Doh jî du generalên hêzên Deryayî wek tawanbarên amadekirina plana înqilabek leşkerî  li Izmîrê çûn dadgehê îfada xwe dan.
General  Kadir Sağdıç û Mehmet Fatih Ilgar, li ser daxwaziya dozgerek xwedî selahiyetên taybet çûn dadgeha Izmîrê û êfada xwe dan. Lêpirsîn di vî warî de berdewam e.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: