Nivîsar

Hilbijartin û Kurd

Li Iraqê hilbijartinên giştî çêdibin. Serokê Kurdistanê Masud Barzanî gelek hewlda ku ji bo Kurd bi yek lîsteyî bikevin hilbijartinan. Lê mixabin hinek gurubên siyasî di nav lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê  de cih negirtin û bi serê xwe ketina hilbijartinan tercîh kirin. Di rastiya xwe de sedema vê yekê jî heta niha nekarîna ji gelên Kurdistanê re bidin diyarkirin. Hilbijartin li Kurdistanê çêbin herkes her teref azad e çewe û kî re bikeve hilbijartinan, ev yek tu cara nabe cihê rexneyan. Lê îro di tevitiya Iraqê de yekitiya Kurdan , yek dengiya wan di hilbijartinan de destê tevgerê Kurd ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanî xort dike.
Kurdistan û Iraq qonaxek gelek taybet re debas dibe, heta pirsgirêka deverên derveyê Kurdistanê neyê çareser kirin, heta madda 140-ê neyê cih bi cih kirin ji bo Kurdistanê pirsgirêk hene. Gerek berjewendiyên Kurdî li ser berjewendiyên rêxistinî re bêne girtin. Di rastiya xwe de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji herkesekî re da nîşandan ku ; dema mirov di siyaseta xwe de berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên rêxistinî re heta yên kesayeti re bigre, siyaseta ku bê rêvebirin dê her demî serkeftî be. Ev yek divê bibe rêyek ji bo hemû partî û rêxistinên siyasî li Başûrê Kurdistanê. Kurd hemî ji bo yekiyiya Kurdan û ji bo parastina destkeftiyên kurdan hewldanên serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dibînin. Barzanî berjewendiyên kurd û Kurdistanê kiriye nawenda hemî helwestên xwe yên siyasî û li gora wê jî gava tavêje. Belkî mirov nikare ji herkesekî bixwaze wekî Barzanî bin , lê  divê herkes wek Barzanî li destkeftiyên Kurdistanê xwedî derkevin û wî tu caran di vê xebata ji bo parastina kurd û Kurdistanê nehêlin tenê.
Ji aliyek din, tu caran dewletên cîran destê xwe ji têkdana nav Kurd û Kurdistanê nekişandine û her dewletek ji wan li gora siyaseta xwe ya Herêmê û ya Iraqê pêwendiya bi hinek guruban re datînin. Ev welat li Kurdistanê xirab dileyzin. Tenê yekitiya Kurdan dikare derî li van planên xirab bigire. Vêca  mirov dema pêwist, divê bikaribe yekdengiyê di nav mala Kurd de peyda bike da ku leyiztikên li ser Kurdistanê jî pûç bike. Ji aliyek din  desthilatdarîya Iraqê bi xwe jî, ji bo Kurda aloz bike û nehilê yekdengiyek di nav partiyên siyasî yê Kurdan de peyda bibe di nav hewldana dene. Ev hewldan jî çewe tên kirin ji teref her kesayetek siyasî ve baş tê zanîn.
Kurd  di van hilbijartinan de serbikevin dê gelek tişt bêne guhertin. Di serî de pirsa herêmên ji derî Kurdistanê li gora madeya 140-ê bête çareserkirin û wê ev hilbijartin îtibara kurdan ya li cîhanê heyî hêjî zehftir bike. Ji bo gihandina armancên siyasî heyina îtibarê li cîhanê bûye pêwistiyek.
Lê Kurd li gora hilbijartinên ji berî niha kursiyan ji bo parlentoya Iraqê kêmtir bîne, dê ev yek ne tiştek başbe û mimkine ji bo yekitiya di nav Kurdistanê de jî heyî hinek astengan peyda bike. Dê berpirsên vê kêmbûnê ew gurub û lîsteyên ne di nav Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê de bin.
Bê goman rewşa partiyên siyasî li Kurdistanê jî, ji bo yekdengiya Kurdan rolek mezin dileyze. Mimkine hinek rêxistin di nav wan de problem hebin û dijitiya hev bikin. Lê li Kurdistanek azad, mercên ku mirov muxalefetê bi hevre bike û dema pêwist hevkariyê jî bike hene. Dema mirov peymana di nav hinek partiyên siyasî de dinêre  gelek vekirî dixweyê ku ji bo vê heneka ji gelek berjewendiyên rêxistî ferexet kirine û qîma xwe li hevpeymaniyê anine. Ji aliyê din jî hinek heyîna xwe bi vê hevpeymaniyê diparêzin û li ser lingan disekin. Lê wek tê gotin îro siyaset ji parastina nirxên netewî li Başûrê Kurdistanê vê yekê dixwaze.
Li gora texmîna serokê Kurdistanê eger baş kar bete kirin dê kurd 60 kursiyan ji bo parlementoya Iraqê destbêxin. Bê goman dê ev serkeftinek be. Ji aliyê din hevî ewe ku ; her çikas hemî partiyên Kurdistanî ji bo hilbijartinan di nav heypeymaniyekî de cih negirtin jî, lê dema hilbijartin xilas bibin hemî Kurd bikaribin di parlementoya Iraqê de bi hev re wek yek kutleyî xebatê bikin û xwedî helwestên mişterek bin.
16.02.2010
Dara Bilek

Back to top button