Polîtîk

Tu welatên erebî konsolxaneyên xwe li Kurdistanê venekirine

Hewlêr – Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li sefîr Nacî Ehmed Şelxem mebûsê serokê Konseya Welatên Erebî bo karûbarên Îraqê kir.
Di dîdarekê de mebûsê serokê Konseya Welatên Erebî bo karûbarên Îraqê silavên Emro Mûsa serokê Konseya Welatên Erebê gihandin serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û dilxweşiya xwe jî li hemeber pêşkeftinên siyasî û abûriyên herêma Kurdistanê nîşan da û got ku giringe tecrûbeta serktiya herêma Kurdistanê li deverên din yên Îraqê jî bê bicih kirin.

Nacî Ehmed Şelxem mebûsê serokê Konseya Welatên Erebî bo karûbarên Îraqê got ku herêma Kurdistanê beşekê sereke yê pêkhateyê Îraqê ye û di serketina pirosesa siyasî li Îraqê de roleke giring lîstiye.

Şelxem got: Ji ber ku rewşa aminî a herêma Kurdistanê bi îstîqrar e, em pêşniyar dikin ku konferensa karsazên erebî bi hevkariya Konseya Welatên Erebî û hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê bê saz kiri. Ew konferens dê bibe pireke bihêz ji bo xurtkirina têkeliyên abûrî û bazirganîyên hevbeş.

Mebûsê serokê Konseya Welatên Erebî ew yek jî got ku hijmareke nûneratî û konsolxaneyên welatên rojava li Hewlêrê hene, lê mixabin, heta nuha tu welatên erebî konsolxaneyên xwe li Hewlêrê venekirine.

Ji aliyê xwe ve serokê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Emro Mûsa serokê Konseya Welatên erebî kir û dûpat kir ku tecrûbeya herêma Kurdistanê beşekê sereke ye ji Îraqê, serkeftin û geşkirina tecrûbeya herêma Kurdistanbê di qazanc û berjewendiya hemû Îraqê deye

Back to top button