Civak

Corona xwaringehên Kurdistanê vala kir

Piştî belavbûna virusa Corona li gelek welatên cîranên Iraq û Herêma Kurdistanê bandoreke mezin li ser bazara restorant û xwaringehan kiriye.

Li gor zanyariyên ku xwediyê xwaringehan didin zanîn Corona bi rêjeya %80 bandorê li ser bazara wan kiriye. Li hemû cîhekî rênimayiyên tendirustiyê tê dayîn bi xwediyên xwaringehan bo ku hemû aliyek parastîbin ji virusa Corona. Tirsa virusê wiha kiriye xwaringeh vala bibin û kêm kes biçin xwaringehan.

Ji aliyeke din ve Wezareta Navxo û Wezareta Tendirustiyê ji bo rêgirî kirina belavbûna virusa Corona, çend cîheke giştî girtine. Lê belê xwaringeh jî ji wê biryara wan bêpar nebûn û rênimayiyên pêwîst bi wan hatiye dayîn bo ku ji tûşbûna virusa Corona dûr. Doktor jî dibêjin: “Ji bo xweparastinê pêwîste neçîne hîç cîheke qerebalix û rênimayiyan li ber çav bigrin”.

Back to top button