Çîn dest daniye ser bazara cilê Kurdî
Li Kurdistanê ji 20ê meha 2 ve heta niha dorgirtina ji bo dirûtina cilubergan ji aliyê dirûtingeh û bergdirûyan ve destpêkiriye.
Salane li demsala biharê da daxwazeke zêde li ser dirustkirina cilê Kurdî peyda dibe û eve jî wiha dike ku dirûtingeh û bergdirû daxwazên bi rêz û dorê datînin lê gelek kes jî dor ber wan nakeve û neçar dimînin cilûbergê Kurdî yê amade bikirin. Bazirganên Kurd jî vê derfetê bikartînin û rû li welatên din dikin ji bo dabînkirina cilê Kurdî yê amadekirî.
Ji bo Bazirganên Kurd jî baştirîn welat Çîne û Çîn bi 62 cûre û 18 dizaynê nû yên cilûbergê Kurdî bi cûreyên wekî Miradxanî, Mehabadî, Kras û Starxanî, sê parçeyî wate Çoxe û Kewa û Selte xistine nav bazara Kurdistanê.
Hinek Dirûtingeh jî vê yekê bi metirsîdar dibînin, ji ber ku eve jî dibe sedemek ku karê dirutingehan kêmtir bibe.