Cîhan
Li Îsraîlê Netanyahu serkeft
Benjamin Netanyahu mezintirîn serkeftina xwe ya dîrokî li hilbijartinan da ragihand.
Li gor encamên destpêkî ya li hilbijartina Parlemena Îsraîlê da, Benjamin Netanyahu Serokê Partiya Likud li gel Hevpeymanên xwe 60 kursiyên li Parlemena Îsraîlê mîsoger kir. Partiya Şîn Spî jî 33 kursî bi dest ve anî.
Benjamin Netanyahu piştî ragihandina encamên berayî got: Serkeftina vê carê ya li hilbijartinê da, li hemû serkeftinên din girîngtir û dîrokîtire.
Bi sedema serneketina zorîneya tevahî ji aliyê ji van dû partiyan ve, sêyem care hilbijartina Parlemena Îsraîlê birêvediçê, lê belê vê carê Benjamin Netanyahu karî dest bi desthilata xwe ve bigrê û serkeftinê bi dest ve bîne.